Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu diyar kir ku ew ê rasterast Îranê bikin hedef û bang li xelkê Tehranê kir ku bajar biterikînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu têkildarî şer daxuyanî da. Netenyahu diyar kir ku hêzên hewayî kontrola li ser ezmanê Tehranê girtiye û wiha got: “Em nêzîkî gihiştina du armancên xwe yên sereke ne. Yek ji wan rakirina tehdîda nuklearî ye, ya duyem jî têkbirina tehdîda mûşekane.”
Netanyahu bi van gotinan bang li xelkê paytext Tehranê kir; “Ez bang li xelkê Tehranê dikim, bajêr bi terikînin. Em dikevin nava liv û tevgerê.” Bi vî awayî rasterast hişyarî da xelkê sivîl.