Berpirsiyarê Navenda Lêkolînên Kurd Newaf Xelîl destnîşan kir ku zêdeyî 100 hezar şervanên HSDê û asayişê hene û got: “Li Bakur û Rojhalatê Sûriyeyê gel piştgiriyek pir mezin dide HSDê. Durzî û Elewî jî HSDê ji bo xwe wekî hêvî dibînin.”
Di demên dawî de şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li dijî elewî, durzî, asûrû û baweriyên din êrîş zêde dibin. Civaka Durzî, Elewî û baweriyên din her roj bi awayekî hovane rastî êrîşan tên. Her roj mirov ji wan tên kuştin. Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) ku di 2014an de hat damezrandin, bi zimanên Kurdî, Erebî û înglîzî bi awayekî rojane li ser Rajhilata Navîn agahiyan belav dike. Têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi giştî Sûriyeyê Berpirsiyarê Navenda Lêkolînên Kurd Newaf Xelîl ji Rojnameya Xwebûnê re axivi. Newaf Xalid anî ziman ku wekî Navenda Lêkolînên Kurd 11 sal in xebatên xwe dikin û wiha got: “Hemû xebat û hewldanên me li ser Kurdistanê û Rojhliata Navîn in. Siyaset bandora xwe çawa li Kurdistan û Rojhilata navîn dike. Bi taybetî piştî Hamasê ya 7ê Cotmeha 2023an li dijî Îsraîlê êrîş pêk anî, Îsraîlê êrîşên li herêmê zêde kir. Rojhilata Navîn û şerê li Rojhjilata Navîn dîsa ket rojevê. Berê zêde qala Rojhilata Navîn nedihat kirin. Di 102 saliya peymana Lozıanê de dewşa Rojhilata Navîn dîsa berbiçav dibe.”
Newaf Xelîl da zanîn ku yek ji mijara ku dihêle Rojhilata Navîn dîsa bibe rojev, hilweşandina Rejîma Baasê bû. Di 8ê Kanûna 2024an de bandoreke mezin li ser Rojhilata navîn bike. Piştî 8ê Kanûnê komên dewleta Tirk jî pêre dest bi êrîşên Bendava Tişrînê kir. Reva Esad a ji Şamê bandoreke raste rast kir. Piştî rûxandina Rejîma Esad êrîşên li dijî Îranê jî dest pê kir. Di van êrîşan de gelê Tirk, Ereb û yên din sûd negirtin. Di van êrîşan de gelê Kurd, aştîxwaz û kesên demokrat sûd ji van êrîşan girt.
53 salan bav û law desthilatdar bûn
Berpirsiyarê Navenda Lêkolînên Kurd Newaf Xelîl bibîr xist ku piştî partiya Baas di Adara 1963an de bi derbeyekê hat ser desthilatê û Hafiz Esad di sala 1970ê dî darbeyek bê xwîn li hevalê xwe kir, di sala 1971ê de bû Serokê Sûriyê û wiha got: ” Hafiz Esad ji 1971ê heta 2024an bav û law li ser desthilatdariya Sûriyê man. Di vê demê de hemû jiyana siyasî tevizand. Niha rejîmek din bi navê HTŞê hatiye. Heta niha tevî hemû dan û stendinan, dîsa dixwazin xwe bikin navend û her tiştî têxin bin destê xwe. Dixwazin her kesî ji her tiştî dûr bixin. Naxwazin Elewî, Sunî, Durzî, Kurd, Tirk û ên din bên dîtin. Dixwazin tenê yên xwe bihêlin. Her çend HTŞê xwe fesix kir jî, lê hemû gelê Sûriyê dizane ku Serokê HTŞê îro Serokê Sûriyê ye û Wezîrê Derve jî ji wan e. Niha rewşeke aloz heye. Lê dîsa derfet û şens heye ku ev rewşa li ser maseyê çareser bibe. Hemû kes li hevre rûnên û peymana civakî bê avakirin û îmzekirin.”
Di nava HTŞê de gelek hêzên tundrav hene
Newef Xelîl, bal kişand ser aloziyên li herêmê û bandora Îsraîl û Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “HTŞ bi xwe diyar e. Dema Colanî hat Sûrî, bi erkeke fermî ji xelîfeyê DAIŞê hat Sûrî û xwest dewleteke nû ava bike. Piştî wê gelek rêxistin çêkirin. Di encamê de ew bi xwe jî cîhadîst û selefîst in. Hewce nake wekî DAIŞ bên binavkirin. Gelek hêzên tundrev di nava HTŞê de hene. Colanî dixwaze hêzê bigire û li Şamê bimîne, li aliyê din jî dixwaze bi destê van kesan tundiyê pêş bixe. Ji aliyan re dibêje, ‘Ku ne ez bim, kes nikare van koman kontrol bike’. Dewleta Îsraîl dixwaze hemû dewletên ereban lawaz bibin. Rewşa Misirê ya aborî diyar e. Li wir qeyranên aborî pir kûr in. Lubnan jî dikare li dijî Îsraîlê metirsiyekê çêke. Îsraîl dixwaze di çarçoveya peymanê de Sûrî û Lubnan jî peymanan îmze bike. Qatar jî û Îsraîl jî naxwazin li Sûriyeyê aramî pêş bikeve. Dixwazin pêwistiya Colanî bi wan hebe.”
Elewî li Beravê bêrexistin in
Newaf Xelîl bal kişand ser hovîtiya HTŞê ya li dijî durziyan û wiha pêde çû: “Li Beravê ji 2011an heta 2024an, nêzî milyonek kesên sunnî koçî wir kirin. Di têkiliye wan û elewiyan de tu pirsgirêk û alozî tune bûn. Ne wekî dihat gotin bû. Li Beravê elewî bêrêxistin in. Dewletê ew li wir dorpêç kiribûn û dixwestin bibin endamên artêşê û îstîxbaratê. Lê piştî rejima Baas rûxiya, kesên wan organize bike tune bû. Elewî bê rexistin in. Li Lazkiya û herêmên derdorê wê kesên ku elewiyan bi rêxistin bikin û bi rêve bibin tune ye.”
Durzî bêtir bi rêxistin in
Newaf Xelîl bal kişand ser rewşa Durziyan jî û got: “Durzî li gorî elewiyan bêtir bi rêxsitin bûn. Dikarîbûn heta astekê xwe organize bikin. Lê Siwêyda herêmeke ku hatiye dorpêçkirin. Lê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi her awayî cuda ye. Mirov nikare Siwêydayê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne ber hev. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê erdnîgarî ve gelek mezin e. Dîsa li vê herêmê nêzî 100 hezar hêzên leşkerî (HSD û asayiş) hene. Dîsa gel piştgiriyek gelek mezin dide Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD). Dîsa HSD di heman demê de hevkarê Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Lê ya herî girîng HSD ji 2012an heta niha alîkariya tu hêza nake û tenê gel diparêze. Hêzên ku dixwazin ku şer li herêmê zêde bikin û kaosê ava bikin hene. Lê tevî her tiştî HSD û Rêveberiya Xweser her tim dibêjin ‘Em dixwazin bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Newaf Xalid li ser hevdîtinên diplomatik jî rawestiya û wiha got: “Di aliyê leşkerî de jî amadekariya parastinê hene. Keç û xortên Kurd û Ereban li herêma Tiştirênê 108 rojan li ber xwe dan. Tevî hemû alozî û kaosan HSD û Rêveberiya Xweser naxwaze li herêmê şer pêş bikeve. Gava ewil Birîtanya û Amarîka 100 hezar kurdên koçber ên ji Efrînê koç kiribûn anîn li herêma Rêveberiya Xweser bi cih kir. Gava duyemîn Mazlum Ebdî û Ahmed El Şera hev nas kirin û di 10ê Adarê de peyman îmze kirin.”
Hêza Şera li Serêkaniyê û Girê Sipî tune ye
Hêza Şera li Serêkaniyê, Girê Spî tune. Li Efrînê kêm in. Lê Efrîn di destê çeteyan de ye. Li Ezazê tune ne. Dixwazin xwe wekî li her derê serwer in bidin nişandan. Lê serweriya Şer ali her derê tune ye. Li Helebê di nava 2 taxên Kurdan û hikûmetê de peyman hatin îmzekirin. Bi vê peymanê kurdên li Helebê nas dikin û mafên wan qebûl dikin. Yên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de aloziyê çêdikin hene. Hêzên ku dixwazin tev li heviyê bikin hene. Sedema encamnegirtina hevdîtina dawî ya di navbera Şera û Mazlum Ebdî de Tohms Barachk bû. Piştgiriyek raste rast bi Şera re kir. Ev ji aliyê Amerîka ve jî nayê qebûlkirin.
Newaf Xelîl li ser bandora HSDê ya li ser Rojhilata Navîn jî rawestiya û got: “Rawestandtina şerê li Tişrinê hişt ku bêtir herêm nefesê bistîne. Yên bişopînin, dikarin bibînin ku Durzî û Elewî ji bo HSDê dibêjin ‘Hûn hêviya me ne. HSD ne tenê Kurd in. Din ava HSDê de Kurd, Suryan, Ereb û hemû beşên din di bin baneyê wê de hene. Lê di artêşa HTŞê de tenê sûnî hene. HSD bûye pêkhateya hemû hêzên cuda. Ji ber vê yekê her kes HSDê wekî hevî dibînin. Yên Siwêda jî û yên Beravê jî HSDê ji bo xwe hêvî dibînin.”