Şirnex – Rêxistina DEM Partî, DBP, TJA û saziyên civakî, li ber deriyê sînorê Xabûrê li dijî astengkirina şandeya ku xwestin derbasî başurê Kurdistanê bibin daxuyanî dan. Girseyê astengkirina şandeyê şermezar kirin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal anî ziman ku şandeyê bi keyfî radiwestînin.
Şandeya ji Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DERê û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin saet di 16.00ê 6ê Çile de hatin Deriyê Sînor ê Xêbûrê. Lê heyet 24 seatin li deriyê sînor tên sekinandin.
Rêxistinên DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad û Dayikên Aştiyê ku ji Şirnexe hatin û parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li dijî sekinandina şandeyê li ber deriyê Xabûrê daxuyanî dan û bertek nîşanî sekinandina şandeyê dan.
Dewletê girse û rojnameger asteng kirin
Polîsan ewil girsê kilometreyekê dûrî deriyê sînor sekinandin û nehiştin girse derbas bibe. Piştî ku girseyê bertek nîşanî rewşe da Parlamenter Newroz Uysal Aslan û komek derbas bû. Rojnamegerên ku dixwastin daxuyaniyê bişopînin jî astengkirin ku derbasî li cem şandeyê bibe. Piştî israran rojnameger jî derbas bûn û daxuyanî li ber deriyê Xaburê dan. Li ber deriyê Xabûrê jî gelek wesayit ji ber rewşe hatibûn sekinandin û rêzeke dirêj cêbibû.
‘Nazim û Cîhan rûmeta me ye’
Newroz Uysal Aslan ku li ber deriyê sînor axivî, bi lêv kir ku şande bi awayekî keyfî tên sekinandin û ev tişt gotin: “Meha borî endamên çapemeniya azad Cîhan û Nazim hatin kuştin. Malbatên wan ji bo ku cenazeyan bigirin duh bi şandeyek re xwestin biçin herêma Federal a Kurdistanê. Lê ev 24 seatin li sînorê xabûrê bi hincetên keyfî tên rawestandin. Ev 24 seatin şandeya me bi awayeke keyfî û behiqûqî û dijî mirovahiyê tê sekinandin. Ev cezakirin ne tenê cezakirina malbatê, cezakirina gelê me û çapemeniya azad e. Ev rewş li dijî mirovahiyê û baweriyê ye. Ev bêrêziya ku ji cenazeyên me ye, me û şandeya me re tê kirin nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Kî ye berpisê vê rewşê, mesele ne meseleyeke teknîkî ye, mesele meseleyeke siyasî ye. Em îro li vir dibêjin dawî li vê bêrumetiyê, dijmirovahiyê bînin. Bihêlin ku malbat û hevalên wam bikarin cemazeyên zarokên xwe bisperên axê. Rojava rûmeta me ye, Nazim û Cîhan rûmeta me ye. Ev êrîşeke li dijî rûmeta me ye, em bang li rayedaran dikin ku bihêlin ku şandeya me biçin Herêma Federal a Kurdistanê û cenaze bînin û defin bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina, “Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin” bi dawî bû. Girsê piştî daxuyaniyê derbasî avahiya DEM Partî ya navçeyê bûn û li wir benda çûyina şande disekinin.