Şirnex – Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan tekildarî peyamên dawî yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bal kişand ser aloziyên heyî û got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd edî hatiye asteke ku neyê qebûlkirin. Rewşa Rojhilata Navîn diyar e. Birêz Abdullah Ocalan jî di pêyama xwe de dibêje bi lêzgînî fehmkirina vê rewşê û gav avetin hewce ye.”
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û li wir ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kirin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û destnîşan kiribû ku ew ji bo çareseriyê ji gav avetinê re amade ye.
Peyama Abdullah Ocalan di rojevê de ye û nîqaş û nirxandinên peyamê berdewam dikin. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku demekê parêzertiya Abdullah Ocalan kiribû tekildarî pêyamê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Hevdîtin ji bo me xwedî girîngiyeke mezin û dîrokî ye’
Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku demeke dirêj bû ew li benda hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re bûn û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziyên li Rojhilata Navîn û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi hev re giredayî ne. Ji meha Cotmehê ve nîqaşên bi vî rengî hebûn. Her tim daxwaza me bû ku bi awayekî asayî em bikarin biçin hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re pêk bînin. Ji ber wê jî ew hevdîtin ji bo me xwedî girîngiyeke mezin û dîrokî ye. Em gotinên birêz Abdullah Ocalan ên hem li ser rewşa Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hem jî tekiliyên Tirk û Kurdan peyameke weke rênîşanek dibînin. Di nav van 7 xalan de jî em dibînin ku birêz Abdullah Ocalan amade ye, kûr bûye û dixwaze bi awayekî aştiyane ew pirsgirêk bi dawî bibe.”
‘Nîqaş hene lê pêvajoyeke binavkirî hê tune ye’
Di berdewama axaftina xwe de Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku ji bo em bikarin bêjin ew pêvajoyeke divê aliyên di nava pêvajoyê de vê yekê weke pêvajo ragihînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji beriya şandeyê birêz Omer Ocalan çû bû. Nîqaş hene lê pêvajoyeke binavkirî hê tune ye. Ji ber ku ew demeke dirêj bû tecrîd berdewam dike, pirsgirêka Kurd bandoreke mezin li ser aborî û civakê dikir. Gotinên muxatabên çareseriyê weke Erdogan û Bahçelî çiqas ji gotinên birêz Abdullah Ocalan ve ji hev dû negirin jî hevdû temam dikin û dixwazin pêşiya hinek tiştan vêbike. Ji ber wê em dikarin bejin destpêkeke û ji bo ku navê wê bê danîn û rayagiştî re bê îlan kirin dibe ku dem hewce be lê ne demekî dirêj. Ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd edî hatiyê asteke ku neyê qebûl kirin û hem jî rewşa Rojhilata Navîn diyar e. Birêz Abdullah Ocalan jî di pêyama xwe de dibêjê bi lêzgînî fehm kirina vê rewşê û gav avetin hewce ye.”
Abdullah Ocalan: Aqilekî çareserî dernekeve yek Xeza wê bibe 50 Xeza
Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim ji bo aştî û çareseriyê amade bûye û ev tişt gotin: “Ew israra birêz Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkê diyar e. Lê di nava vê pêvajoyê de muxatap tên guherandin û siyaset, hez û nezikatî li Rojhilata Navîn û bigiştî cihanê diguherin lê rastiyek heye ku hewcedarî û pêwistiya mezin çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan jî bi navkirina pirsgirêka Kurd, tekiliyên Kurd û Tirk, tekiliyên Mezopotamya û Anatolyayê, tekiliyên ji Osmanliyê bigirê heta Komara Tirkiyeyê digirê dest û ew pirsgirêk bi awayekî demokratik wê çawa be çareser kirin çarçoveya wê dinirxîne. Gelek caran jî di hevdîtinên parezeran, nexşerêya 2015an de hatiyê nivîsandin û pareznameyên xwe de jî ev tişt vegotiyê. Her gotinên birêz Abdullah Ocalan jî di qadê de digihije rastiyekê. Niha ji xwe em di nava alozî û krîzeke mezin de ne. Ji aliyekî ve Îsraîl-Filîstîn, Rûsya-Ûkrayna ji aliyê din ve jî Sûriye 13 sal in bi vî awayî ye. Rojava di nava vê aloziyê û şerê cihanê ya 3yêmin de model û parastina xwe dike û heta niha li ser pêyan e. Ji bo li ser pêyan bimînê jî berdelên mezin didin. Ew alozî berbiçav e. Birêz Abdullah Ocalan di sala 2019an de jî hevdîtina xwe ya dawî de jî û nameya xwe de jî tiştek nişan da; Ew alozî wê belav bibe. Di nava vê aloziyê de ji bo mezintir nebe divê aqilekî çareseriyê derkeve hole. Ew bangawaziya xwe ji hezên navnetewî re jî ji hezên ku ji çar aliyên Kurdistanê weke desthilatdar tên dîtin re jî ew peyam da ye. Niha jî em dibinin ew gotinên birêz Abdullah Ocalan rast derketin û şer belav bû. Qeyran mezintir bûn û dijminatiya di navbera gelan û baweriyan de zede bûn. Îro jî em di demeke krîtîk re derbas dibin. Îro hikumeta Sûriyeyê ya nû ava bû ye wê berê xwe kîjan alî ve bide, Tirkiyeyê wê di pozîsyoneke çawa de be, hezên navdewletî wê di nava van qirîzan de wê çi bikin ev yek dê bandoreke mezin li Kurdistanê jî bike. Ji ber wê weke ku birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina Omer Ocalan de jî got, ‘Îro Xezayek di Rojhilata Navîn de heye lê heke aqilekî çareseriyê dernekevêr sibe yek Xeza wê bibe 50 Xeza.’ Ji bo pêşî lê bê girtin, gotin û pêşniyarên birêz Abdullah Ocalan ji hemû hezan re hewce ye.”
‘Mafê birêz Abdullah Ocalan ên hiqûqî divê bi hemû aliyan ve bê bicihanîn’
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û serîledanên parêzeran û axaftina xwe wiha qedand: “Di pergala tecrîda li Îmraliyê hatiyê avakirin de xaleke wê çiqas siyasî û polîtîk be xaleke we jî hiqûqî ye. Ji ber ku dewlet di van 25 salan de hem di nenaskirina pirsgirêka Kurd de hiqûq weke amûr bikaraniyê û hem jî di tecrîda Îmraliyê de hiqûqa navxweyî û ya navdewletî bikaranî ku ewqas sal in tecrîd berdewam dike. Erê rastê hevdîtinek pêkhat. Peyama Abdullah Ocalan gihişt gelan. Ew peyam bû bêhnek û hêviyek. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd di asta siyasî de ji holê rabû ye. Di asta siyasî û hiqûqî de rakirina tecride bi azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan re pêkane. Hevdîtin heke di asta siyasetê de derî vêbibe jî weke di sala 2013 û 2015an de divê dersek wan deman bê girtin û mafên birêz Abdullah Ocalan ên hiqûqî ne mijara bazarê ne. Heke dewlet li ser Îmraliyê tekiliyek û guhertinekê datînê divê mafê birêz Abdullah Ocalan a hevdîtina parêzer û malbat, telefon, name û hemû tekiliyên derve bi awayekî asayî û hiqûqî bi cih were. Ji ber ku tecrîd 2 alî dimeşe. Yanî hertim qenalek di navberê de heye. Dengê birêz Abdullah Ocalan bi qeneleke digihêje gel. Gava ku heyet biçe û parêzer neçe, an jî gava ku parêzer biçe lê malbat neçe ew ne alternatîfên hevdû ne. Mafên birêz Abdullah Ocalan ên di asta hiqûqê de li gor peymanên navdewletî û Tirkiyeyê divê demildest bên pêkanîn. Qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran jî bi dawî bibe. Her wiha divê pêvajoyê de divê mafê heviyê jî bi cih were. Rastiyek heye. Birêz Abdullah Ocalan muxatabe herî sereke ye. Abdullah Ocalan ku muxatabe herî sereke ye di van şert û mercên tecridê de em weke gelê Kurd, weke jinên Kurd û siyaseta demokratik a Kurdan qebûl nakin. Zemîna pêvajoyê jî girêdayî şert û mercên Îmraliyê ye. Mafên birêz Abdullah Ocalan ên hiqûqî divê ji hemû aliyan ve bê bicihanîn.”