Siyasetmedara Kurd a girtî Leyla Guven, peyamek ji bo Newroza Colemêrgê şand û got: “Ruhê yekîtî û bihevrebûnê yê ku bi ked û xebateke mezin a Rêber Apo di nav gelê me de bi Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê pêş ket, em bawer dikin ku dê bi agirê Newrozê hîn bêtir mezin bibe.”
Li Colemêrgê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Otogara Tekserê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes bi kincên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn û qada Newrozê bi rengên kesk, zer û sor hat xemlandin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên demokratîk jî di qadê de cihê xwe girtin. Zarok û ciwanan bi rengên kesk, zer û sor dika Newrozê veguherandin şahiyeke rengîn û kincên neteweyî veguherîn şahiyek dîtbarî.
Her wiha di qadê de pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” û “Hebûna wî nîv sedsal e, lê bandora wî heta hetayê” hat vekirin.
Sirûd hat xwendin
Bernameya Newroz bi deqeyek rêzgirtinê di şexsê Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim de ji bo bîranîna cangoriyên azadî û demokrasiyê, de dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Paşê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, Asya Akgul axivî û Newroz pîroz kir û got: “Silav li hevalên Rahşan, Bêrîvan û Mazluman; silav li mîratgirên Kawayan be.” Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Colemêrgê Behçet Kanat jî bal kişand ser berxwedana gel a ji bo azadiyê û Newroza gel pîroz kir.
‘Newroza mîmarê azadiyê birêz Ocalan pîroz be’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak jî di axaftina xwe de cangoriyên têkoşînê bi bîr anî û got: “Em di şexsê Mordem, Şervan, Bêrîvan û Hakî Azad de ku beriya 4 mehan di êrîşên li ser Rojava de şehîd bûn, hemû şehîdên Kurdistanê bi minet bi bîr tînin. Newroza mîmarê azadiyê birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”
‘Em li gel Rêbertiya xwe ne’
Vezîr Coşkun Parlak axaftina wiha domand: “Çawa ku Mazlum Dogan li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê li ber xwe da û bi 3 darikên kibrîtê bedena xwe kir agirê Newrozê, em ê ji îro pê ve jî xwedî li vê mîratê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin. Rêberê Gelê Kurd bi manîfestoya xwe rêya me ronî kir. Xwestin me tune bikin û tiştên bi rêya medyaya dîjîtal dikin, dixwazin me ji Rêberê me dûr bixin, lê em li gel Rêbertiya xwe ne. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo Kurdistana azad û yekîtiya neteweyî ya Kurd gelek girîng e. Ev jî bi fikra birêz Ocalan li pêş ket.”
Agir bi govendê hat vêxistin
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Girseya li qadê li dora agirê Newrozê dest bi govendê kir.

Piştre peyama siyasetmedara kurd Leyla Guven ku di Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê de ye hat xwendin.
Peyama Leyla Guven wiha ye:
“Dîsa Newroz e; rojên ku çiya dixemilin, hêvî digihîjin lûtkeyê, xweza bi hemû heybeta xwe dinyayê rengîn dike û jiyana nû û azad bi destê jinê ji nû ve ava dibe. Ez li ber vîna gelê Colemêrgê yê fedakar û qehreman ku ji bo Newroz wekî cejn bê pîrozkirin bedelên giran dan, bi rêzdarî serê xwe ditewînim. Ez ji dil hêvî dikim ku ev Newroz ji bo gelê me azadiyê û ji bo Rojhilata Navîn demokrasî û aştiyê bîne.
Ruhê yekîtî û bihevrebûnê yê ku bi ked û xebateke mezin ê Rêber Apo di nav gelê me de bi Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê pêş ket, em bawer dikin ku dê bi agirê Newrozê hîn bêtir mezin bike. Agirê Newrozê yê ku we li Colemêrgê vêxistiye, dê bi agirê Qamişlo û Hewlêrê re bibe yek û bigihîje xwişk û birayên me yên li Mehabadê. Silav li hemû şehîdên me yên qehreman be ku di rêya statuya gelê Kurd de nemir bûne. Newroza gelê me yê Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan û Rûbarokê ji dil û can pîroz dikim, destên dayikên me yên dilşewat radimûsim. Newroz pîroz be.”
Pîrozbahiya Newrozê bi konsera Koma Hevra berdewam dike.















