Newroza Hezexê ya bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi coşeke mezin hat li darxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em ji aştiya birûmet re amade ne.”
Li navçeya Hezex a Şirnexê Newroza bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê pîrozkirin tevî baranê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyan bûn. Qada Newrozê ji welatiyên ku hatine pîrozbahiyan re teng ma. Welatî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” ketin qada pîrozbahiyan. Pîrozbahî bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Newroza Amedê re şandibû dest pê kir. Peyamê aktîvîsta TJAyê Eylul Îmuk xwend. Piştre Hevseroka Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê Songul Erdem bi ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kirin û xwesti Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘Em ji aştiya birûmet re amade ne’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli destnîşan kir ku Newroza îsal ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetên aştiyê ava kiriye pir bi wate ye û got: “Kurd her tim aştî xwestin. Bila êdî mirin çênebin. Azadî nêz e, em ê pev re vê yekê bijîn. Em li dilê Botanê Hezexê dibêjin em ji aştiya birûmet re amade ne. Werin em bi hev re dengê birêz Ocalan bi hev re bilind bikin. Ji mirinan re bes e. Bila êdî dayik negirîn. Ne dayika Kurdan ne jî dayika kesên din bila negirîng. Êdî bes e. Em azadî û aştî dixwazin. Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Birêz Ocalan ya ku ketiye ser milê xwe pêk anî. Niha jî dora gavavêtinên şênber a dewletê ye.”
Tevî barênê pîrozbahî dom kirin
Pîrozbahî bi stranên Hozan Servan û gerandina govendan geş bûn. Agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Li dora agir girseya kombûyî govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz hatin berzkirin. Tevî barana ku dibarî jî pîrozbahî nesekinîn, gerandina govendan ranewestiya. Pîrozbahî strîna stranên Koma Hezex bi dawî bû.
























