Di pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgirê ya Mûşê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî, bertek nîşanî gavneavêtina dewletê a ji bo guhertina şertû mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Gelê Kurd dixwaze Rêberê xwe di nav xwe de bibîne. Ev bang li hemû qadên Newrozê bilind bû.”
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê, li Meydana Qesaban a Kevin, bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes beşdarî Newrozê bûn û di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Girseyê bi coşeke mezin govend gerand. Di Newrozê de Hevşaredarê Milazgirê Ahmet Kenan Turker û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axaftinek kirin.
‘Gerdûn baxçeyê gelan e’
Ahmet Kenan Turker destnîşan kir ku gel bi hesreta azadiyê qadên Newrozê tije kiriye û hêvî kir ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin. Turker bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ez spasiya her kesê ku ji bo aştiyê hewl dide û kedê dide dikim û Newroza wan pîroz dikim. Hosteyê mezin Yaşar Kemal gotiye, ‘Heke di baxçeyekî de her tim heman kulîlk hebe, ew baxçe xweş nabe.’ Gerdûn baxçeyê gelan e. Cudatiyên me ne dijminatiya me ne, dewlemendiya me ya herî mezin in. Kurd jî yek ji kulîlkên herî bedew ên baxçeyê gerdûnê ne. Bila ev kulîlk neçilmisin.”
‘Divê dewlet samimiyeta xwe nîşan bide’
Parlementer Sumeyye Bozê diyar kir ku agirê Newrozê li her derê ji bo aştiyê hatiye pêxistin û wiha axivî: “Ji Newroza Milazgirê heta Newroza Enqereyê, her kesê ku parastina aştî û azadiyê dike, xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan derket. Li çend bajaran derbarê kesên ku ji bo azadiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî agirê Newrozê pêxistin de lêpirsîn hat destpêkirin. Yên ku dema dikevin tengasiyê û siyaseta wan asê dibe ji bo çareseriyê diçin Îmraliyê, divê samimiyet û cidiyeta xwe nîşan bidin. Ji bo vê jî divê ‘Mafê Hêviyê’ bê pêkanîn. Em vê Newrozê bi niyeta azadiya Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd pîroz dikin. Serkeftin bêguman dê ya gelê Kurd be.”
‘Divê mafê hêviyê bê pêkanîn’
Di berdewama axaftina xwe de Sumeyye Bozê destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze Rêzdar Abdullah Ocalan di nav xwe de bibîne û got: “Nayê qebûlkirin ku aliyekî pêvajoyê di bin tecrîdê de be û aliyekî din azad be. Gelê Kurd dixwaze Rêberê xwe li cem xwe bibîne. Ev bang li hemû qadên Newrozê bilind bû. Di pêvajoya piştî vê de, divê di zûtirîn dem de ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd û girtiyan bê pêkanîn. Bila dest ji polîtîkayên qeyûman bê berdan û hevşaredarên me vegerin ser karên xwe. Bila sererastkirina hiqûqî bê kirin, deriyên girtîgehan vebin û ew jî beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hatin gerandin. Pîrozbahiyê bi derketina ser dikê ya hunermend Emerxan û Servet Birhat berdewam kir.













