Agirê Newrozê îşev li Parka Ahmed Arîf a navçeya Peyasê hat pêxistin û li ber def û zirneyê govend hat gerandin.
Pîrozbahiyên Newrozê li navçeyên Amedê bi hemû hêza xwe didomin. Newroza îşev bi pêşengiya DEM Partiyê ya navçeya Peyasê li Parka Ahmed Arîf hat pîrozkirin. Şêniyên navçeyê, rêveber û endamên DEM Partî tevli pîrozbahiyê bûn. Girseyê li parkê agir pêxistin û bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxe Şoreşê” xwend.
Girseyê heta derengiya şevê li ber def û zirneyê govend gerand û dirûşm berz kirin.















