• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

Navenda Nûçeyan/ AW

23 ADAR 2026 - 15:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di Newroza Şirnexê de axivî û got: “Kurd ne ji ber zeîfiya xwe lê ji ber heq kirin azadî û aşitiyê dixwazin.”

 

Li navenda Şirnexê Newroza bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi coşeke mezin dest pê kir. Qad bi pankartên Newrozê, alên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Jinên ji serê sibê hatine li qadê bi govendên xwe qad germ kirin. Deh hezaran welatiyên ku bi cil û bergên xwe ve hatine li qadê bi destpêkirina bernameyê govend gerandin, dirûşm berz kirin û qadê bi coşeke mezin hejandin.

Ser navê Komiteya Amadekar Hevserokê Navçeya Navendî yê Şirnexê Selahattîn Barinç axivî û xwest Newroz bibe wesîleya aştiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Koma Sîdar piştre derket ser dikê û welatiyan bi stranên xwe yên bitevger coşandin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Newroza Amedê re şandiye ji hêla Hevaseroka Navçeya Navendî ya Şirnexê Esma Erener ve xwendin.

‘Dê ev qad bibe war û welatê aştiyê’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir da zanîn ku li Şirnexê her kolanekê, her zinarekê lehengek, Egîdek heye, û wiha got: “Em Newroza hemû wan lehengan pîroz dikin. Em Newroza hezaran girtiyên Botanê pîroz dikin. Em li keleha berxwedanê, li warê Egit û lehengan dibêjin ‘Newroza te pîroz be ey Rêber Ocalan, Newroza te pîroz be. Botan ji rêwiyên azadiyê û egîdan re bu war û welat. Ev qad dê ji azadî, serkeftin û demokraisyê re bibe war û welat.

‘Heke dinyayek serfiraz hebe bi saya têkoşîna Ocalan e’

Keskîn Bayindir bal kişand girîngiya pêvajoya tê meşandin û wiha got: “Bihara gelê Kurd û Kurdistanê hatiye. Ev bihar bihara botanê ye, bihara gelê Kurd û Kurdistanê ye. Me gelek dojeh dîtin, êş kişandin lê em pey azadiyê ber bi serkeftin ve ber bi serfiraziyê dimeşin. Di pêşnegtiya ciwanan, dayikan, tevgera zadiyê û Rêberê Gelê gelan Abdullah Ocalan ve ber bi azadiyê ve dimeşin. Yên ku Kurdan inkar dikin û dibêjin Kurd nîn in bila Rahşanan, Botanan binêrin, bila li Amedê, Wanê, Batmanê, Stenbolê, Dêrsimê, Îzmirê: li Hewlêrê, Mahabatê, Efrînê binêre. Kurt pêşengiya mirovahiyê dikin. Heke dinyayakek serfiraz hebe ew jî dê bi têkoşîna Kurdan, bi têkoşîna Ocalan û saya tevgera azadiyê hebe.

‘Em dixwazin Newroza 2027an bi Ocalan re pîroz bikin’

Keskîn Bayindir got ku ev Newroz Newroza azadiyê, yekitiya Kurdistanê ye û wiha axivî: “Azadiya Rêber Ocalan statûya gelê Kurd e, ziman û mafê gelê Kurd e, çanda gelê Kurd e. Li cîhanê milyonan kes rabûn ser piyan û gotin em bêyî Rêberê xwe Newrozan pîroz nakin. Em ê 2027an bi Abdullah Ocalan re, bi hevalên xwe yên girtî ve pîroz bikin. Li derdorê welatê me şer û agir heye. Kurd di nava vî agirî de banga aştiyê dikin. Bila kes vê yekê şaş fêm neke. Kurd ne ji ber zeîfiya xwe biçûkiya xwe daxwaza azştiyê dike. Kurd aştî û azadiyê heq kirin. Kurdistan ne cihê şer û pevçûnan e. Kurdistan bexçeyê gulan e. Botan baxçeyê jin û ciwnan e. Gelê Botanê hûn gelek xweşik in, hûn gelek bedew in.

‘Gel dixwazin bi Rêberê xwe re werin ba hev’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser dîroka têkoşînê ya Şirnexê û got: Em çi bêjin hindik e. We têkoşîna Mazlûman, Rahşanan, Sakineyan anî qadan. Gelê Şirnexê gelek bedel da. 50 sal in Kurd li Kurdistan, Tirkiye û Rojhiilata Navîn têkoşîneke mezin didin meşandin. Me ji bo windayên xwe li ber xwe da û em ê li ber xwe bibin. Sêvê, Fatma, Sakine li goristanan li rex me ne. Ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Li Roboskî gelek jê zarok hatin bombekirin. Şirnex van dît. Kolanên Cizirê ciwanan rastî êrişan hatin. Ma em ê vana ji bîr bikin? Hûn neynika Kurdistanê ne. Şirnex ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd amade ye. Gel dixwazin bi Rêberê xwe re werin ba hev.

‘Li Kurdistanê zilmek mezin hat meşandin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku li Kurdistanê zilmeke mezin hatiye meşandin û wiha axivî: “Cenazeyê Dayika Taybetê bi rojan li derve ma em ê vê ji bir bikin? Zilma ku nehiştiye dayikan bispêrin li vî warî hat dîtin. Em hemûyan bi rêzdarî bibîr tînim. Hemû şoreşger, hemû kesên ji bo mafê azadiyê azadiyê û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bibir tînim. Dixwazim Salih Muslim ê ji bo nasnameya Rojava têkoşiyaye, ji bo statûya Kurdan bi dest bixe emrê xwe derbas kiriye bi rêzdarî û minet bibîr tînim. Em çun li Rojava û em tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bûn. Me silavên gelê Rojava anî û em jî ji vê qadê hezar silav ji wan re dişînin.”

‘Yên bedeldayî serî netewandin’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku tevî hemû berdelên giran ên hatine dayîn jî gelê Kurd dest têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê berneda û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek xizmên kesên li qadê di girtîgehan de ne. Me serî netewand. Di demên darbeyan de jî me têkoşîna xwe domand. Kurdan înkar kirin, Kurdî tune hesibandin. Kurd li her çar aliyan têkoşiyan. Êdî tu hêz nikarin Kurdan Înkar bikin.

‘Gel amadeyê aştiyê ye’

Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku Kurd xwedî li axa xwe, xwezaya xwe derdikevin û derbarê polîtîkayên şaş ên siyasetê ev tişt gotin: “Ciwan pêşeroja xwe nabînin. Ciwanên rêzdar banga Ocalan di vê pêvajoyê de tam jî li gorî we ye. Gelo hûn ê piştgirî bidin vê banga û xwedî lê derkevin. (Gel bersiv dan, Erê).” Tulay Hatîmogullarin bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha pê de çû: “Jin li derve ji aliyê aboriyê bedelên giran didin. Gelo hûn di avakirina manîfestoya demokratîk a dibêje “Jin Jiyan Azadî” re hene gelo? (Jin bersiv dan, Erê). Li vê derê her kes ji bo aştiyeke birumet amade ye. Gel ji Enqereyê dipirse, ‘Gelo Enqere tu jî ji aştiyê re amade yî gelo?”

Em ê rojên xweş bibînin

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku sala 2026an Newrozên herî girseyî hatin li darxisitn û wiha derbirî: “Di hemû qadên Newrozan de welatî li dor dirûşma civiyan. Gel azadiya Rêzdar Ocalan ê avahîsaziya manifestioyê kiriye dixwaze. Baweriya gel ji bo aştiyê heye. Gel dixwaze bêhtir bawer bike.”. Tulay Hatîmogullari gotinên xwe bi helbesta Nazim Hîkmet a bi navê “Em ê rojên xwe bibînin” bi dawî kir û bi erebî Newrozê li hemû gelên Rojhilat Navîn pîroz kir.

Piştî axaftinan agirê jin, ciwan û siyasetmedar agirê Newrozê li vêxistin.

Bi dorê Koma Sîdar, piştre hunermend Serdar Canan derketin ser dikê û bi stranên xwe ve qada Newrozê coşandin.

Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî dom kir.

Etîket: Ayşegul DoganKeskîn BayindirTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

23 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

22 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

22 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

22 ADAR 2026
Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

21 ADAR 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

19 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (919)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne