Li warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hat pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û wiha got: “Têkoşîna Kurdan ku 53 sal berê bi Newrozeke li Enqereyê dest pê kir, têkoşîna azadiyê kiriye têkoşîna Newrozê.”
Li Parka 4ê Nîsanê ya li navçeya Xalfetiyê ya Rihayê pîrozbahiya Newroza bi dirûşma “Azadî û Demokrasî” hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Koma Hêlîn, Koma Azad, Koma Ozgur û Koma Zozan derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de pankarta wêneyê Endamê Konseya Hevserokatiya PYdê Salih Muslim, ê di 11ê Adarê de koça dawî kir, hat vekirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucuyê, di destpêka pîrozbahiya Newrozê de axivî û Mazlum Dogan, Rehşan û Zekiye Alkanê bi bîr anî, ji malbat û rêhevalên Salih Muslim re sersaxî xwest. Ayşe Surucuyê bi bîr xist ku Xelfetî cihê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Newroza hemû gelan pîroz kir.
‘Em ji Rêberê xwe re silavên xwe dişînin’
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar bal kişand ser armanca pîrozkirina Newrozan û wiha got: “Em li Xelfetîyê ne, li bajarê Rêberê xwe. Em silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin. Cejna Newrozê pîroz be. Kurd nasname, çand û zimanê xwe dixwazin. Ez ji malbata Salih Muslim û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim.”
‘Têkoşîna Enqereyê bû têkoşîna Newrozê’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku Newroz cejneke hevpar a gelên Mezopotamyayê ye. Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku Xelfetî, li beravên Çemê Firatê, herêmeke ku gelên cuda bi hev re dijîn e û got: “Îro em bi heyecan li vir in. Ji ber ku dema em dibêjin Xelfetî, Amara tê bîra me, dema em dibêjin Xelfetî Reber Apo tê bîra me. Têkoşîna azadiya Kurd li vir ji dayik bû. Li vir em ê bi rêbertiyek azad, welatekî azad û jiyaneke azad re hevdîtin bikin. Em ji vir silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd re dişînin. Kurdan di sala 2026’an de rêya azadiyê vekirin. Jinên Kurd, rêberên Kurd, hevalên me bûn agirê Kawa; ew li dijî zilmê têdikoşin. Ji vir em Mazlûm, Rehşan, Zekiyayê bi bîr tînin; em dixwazin ku ev Newroz di şexsê wan de bibe Newrozeke yekîtiyê. Têkoşîna Kurdan ku 53 sal berê bi Newrozeke li Enqereyê dest pê kir, têkoşîna azadiyê kiriye têkoşîna Newrozê.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û welatiyan bi govenda li dora êgir pîrozbahiyê berdewam kirin.












