Wan – Rêveberê Şaxa SESê ya Wanê Umît Çapa diyar kir ku pergala tenduristiyê li Wanê têkçûyî ye û got: “Nebûna xizmeta bi zimanê dayikê, astengiyek mezin e ku nexweş nikarin xwe baş îfade bikin. Dema navbera bijîşk û nexweşan jihev fêmkirin çênebe xizmet jî cihe xwe nagire.”
Di jiyana mirov de tenduristî ne tenê nebûna nexweşiyê, bingeha hebûnê û rewşa başbûna fîzîkî, derûnî û civakî ye. Lê belê îro li herêmê, ev mafê bingehîn di bin dorpêça polîtîkayên aborî û zextên siyasî de ye. Nexweşên li Bakurê Kurdistanê di gihîştina xizmetên tenduristiyê de hem bi xizaniyê hem jî bi astengiya zimanê dayikê re rûbirû dimînin. Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), li dijî pergala ku tenduristiyê weke “malê bazirganiyê” û “metayê” dibîne têkoşîna xizmeteke bêpere, wekhev û bi zimanê dayikê bi rê ve dibe. Rêveberê Şaxa SESê ya Wanê Umît Çapa jî bal kişand ser krîza li herêmê û destnîşan kir ku ew weke sendîka ne tenê mafê kedkaran, lê parastina mafê gel ê jiyanê jî dikin.
‘Li Wanê kapasîte têk diçe’
Umît Çapa destnîşan kir ku nexweşxaneyên li Wanê êdî bersiva hewcedariyan nadin û got: “Nexweşxane li ser kapasîteya xwe dixebitin. Mînak, nexweşxaneya zanîngehê bi 400 nivînan hatiye plankirin, niha bi 670 nivînan dixebite. Krîz herî zêde bi giraniya nexweşan, kêmbûna hejmara xebatkaran û têkçûna sîstema randevûyê xwe nîşan dide.”
‘Lêpirsîn veguheriye amûra zextê’
Umît Çapa bal kişand ser raporên ku wan amade kirine û diyar kir ku li Nexweşxaneya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê kiryarên deryasayî zêde bûne. Ûmît Çapa di mijara lêpirsînan de ev agahî dan: “Di sala dawî de nêzîkî 300 lêpirsînên disiplînê hatine sepandin û di nav wan de ji sedî 90 cezayên wan hatine pejirandin. Ev jî diyar dike ku pêvajoya disiplînê veguheriye amûrek zext û têkbirinê.”
‘Têkçûna pergala randevûyê gel mexdûr dike’
Umît Çapa diyar kir ku li Wanê gihîştina gel a bi xizmetên tenduristiyê bi awayekî giran hatiye sînordarkirin û wiha got: “Pergala randevûyê ya têkçûyî û demên dirêj ên li bendêmanê gel mexdûr dike. Kapasîteya zêdekirî ya li lênihêrîna awarte dibe sedem ku nexweş demeke dirêj li benda cih bimînin. Her wiha li Wanê kêmbûna hejmara bijîşkên pispor pirsgirêka herî sereke ye. Di beşa weke norolojiya zarokan, kardiyolojî û gastroenterolojiyê de kêmasiyên mezin hene.”
Xizmeta bi zimanê dayikê
Umît Çapa bal kişand ser bêparmayîna welatiyan ya xizmeta bi zimanê dayikê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Nebûna xizmeta bi zimanê dayikê, astengiyek mezin e ku nexweş nikare xwe baş îfade bike. Dema navbera bijîşk û nexweşan jihev fêmkirin çênebe xizmet jî cihê xwe nagire.”
‘Tenduristî maf e, nayê firotin’
Umît Çapa di dawiya axaftina xwe de banga guhertina polîtîkayên heyî kir û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Daxwaza me zelal e, em dibêjin ku tenduristî maf e, nayê firotin. Pergalek tendûristiya mirovane tenê bi polîtîkayên giştî, wekhev û demokratîk dikare were avakirin. Divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê ji xizmetên tendûristiyê sûdê werbigire.”













