Di çar rojên dawî de piştî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek tax û gundên Helebê dagir kirin, şêniyên Helebê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di rojên dawî de nêzî 3 hezar welatî derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.
Piştî êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li ser Helebê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji tevahî saziyên xwe xwest ku derbasbûna şêniyên ji Helebê tên herêmê, hêsan bikin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin.
Tevahî saziyên têkildar banga xwendekar û şêniyên li Helebê bi cih tînin. Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê bi dehan otobus şandine Helebê û bê heq şêniyan ji Helebê tînin.
Şerê li Helebê didome. Duh balafira şer a Ûris navenda Helebê bombe kiribû. Di êrîşa hewayî de 16 sivîl hatibûn kuştin û 20 sivîl jî birîndar bûbûn. Di şerê li herêma Idlib û Halebê de herî kêm 327 kes hatin kuştin. Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê bi piranî endamênn çeteyan û mîlîsên Şam, Îran û artêşa netewî ne. Zêdeyî 40 kesî jî sivîl in.