Tora Hevgirtinê ya Penaberên Koçber têkildarî 21ê Adarê Roja Têkoşîna li Dijî Cihêkariya Nijadî ya Navneteweyî daxuyanî da û diyar kir ku li cîhanê herî kêm 120 milyon kes bi awayekî zorê ji cihê xwe dûr hatine xistin û wiha hate gotin: “Ev hejmar dê di sala 2036an de bibe 130 milyon. Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de. Divê mafên koçberan werin parastin.”
Di sala 1960an de li Afrîkaya Başurê komkujiya Sharpeville pêk hat û 69 kes hatin kuştin. Li dijî vê Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1965an de 21ê Adarê wekî Roja Têkoşîna li Dijî Cihêkariya Nijadî ya Navneteweyî îlan kir. Tora Hevgirtinê ya Penaberên Koçber têkildarî vê rojê li avahiya Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Tora Hevgirtina a Penaberên Koçber Ruken Kalin ve hat xwendin.
‘Li cîhanê herî kêm 120 milyon koçber bûne’
Ruken Kalin anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî di sala 1965an de ji bo her cureyê cihêkarî ji holê bê rakirin peymanek ragihand û wiha axivî: “Tirkiye jî aliyê vê peymanê ye lê belê Peymana Mafê Mirovan a protokola hejmara 12an hê jî îmze nekiriye. Îro li cîhanê şer, krîza aborî hê jî berdewam dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî îro li cîhanê herî kêm 120 milyon kes bi awayekî zorê ji cihê xwe dûr hatine xistin. Ev hejmar dê di sala 2036an de bibe 130 milyon. Li gorî NYyê piştî êrişên DYA û Îsraîlê li ser Îranê 3 milyon kes koçber bûn. Li Lubnanê jî 700 hezar kes ji malên xwe dûr ketine. Li gorî Rêxistinên Koçberiyê yên Neteweyî di 10 salên dawiyê de bi hezaran kes di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane.”
‘Şer dibe sedema koçberiyê’
Ruken Kalin destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî niha bi sed hezaran koçber lê hene û got: “Di demên dawiyê de gelek êriş li ser koçberan hatin kirin. Li Mêrsînê kesê ku welatiyê Başurê Kurdistanê bû ji ber ku Kurdî axiviye rastî êrişêk hatibû. Karkerê Afganî Vezir Mohammad Nourtani hate kuştin û bedana wî şewitandin. Li Qeyseriyê koçber Ahmet Handan el-Naifê 17 salî hate kuştin. Ev biryar nîşan dide ku her ku diçe nijadperestî zêdetir dibe. Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de. Ji bo wê divê qanûnên li dijî nijadperestiyê bi awayekî xurt werin pêkanîn. Divê mafên koçberan werin parastin. Şer dibe sedema koçberiyê ji bo wê em bang dikin qada navneteweyî ku divê demildest şer were rawestandin.”







