• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nivîskar Leyla Saraç pirtûka xwe îmze kir

Şirnex / AW

15 ÇILE 2025 - 14:55
Kategorî: ÇAND
A A
Nivîskar Leyla Saraç li navçeya Cizîrê bi bernameyekê pirtûka xwe ya bi navê “Dema tu çûyî” îmze kir.

Nivîskar Leyla Saraç pirtûka xwe ya bi navê, “Dema tu çûyî” bi bernameyeke li eywana konferansa Orhan Dogan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Cizîrê îmze kir. Di bernameyê de nivîskar Herdem Mervanî moderetorî kir. Nivîskar Leyla Saraç jî qala pirtûka xwe ya helbestê ya “Dema tû çûyî” kir. Gelek kes tevlî bernameya îmzayê bûn. Di destpêkê de nivîskar Herdem Mervanî di bernameyê de axivî û bal kişand ser biryara îdamê ya li rojnameger û helbesvana kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn û got: “Divê em li dijî vê biryara îdamê li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku biryara îdamê ya li Pexşan Ezîzî hatiye birîn li me hemû kurdan hatiye birîn.”

Leyla Saraç jî qala destpêkirina nivîskariya xwe ya kurdî kir û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Leyla Saraç helbestên xwe jî pêşkeşî guhdarvanan kir. Welatiyên tev lî bernameyê bûn bi kêfxweşî helbest guhdar kirin.

Helbesta Cizîrê

Leyla Saraç di nav pirtûka xwe de helbesta xwe ya Cizîr jî xwend. Helbest wiha ye:

“Kezeba şewata min

dayika serhildane

axina te her olan dide

ji pesarên hinavên min

Û çend dilop firmêskên bêhnşewat

di avzelka çavên min de hê dinale
keleha mem û zînê

hêlina evina nemir

dergûşa zarokên serhildêr

vaye sirûd û qêrina raperinekê

diherike ji bejna birca belek

xemla jinên dil agir

ka disa biqîrê bi dengê Bêrivan

Binevş Egalan

hilweşine diware vê bêdengiyê…”

Bername bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû.

Etîket: Leyla SaraçNivîskar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

9 SIBAT 2026
Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

8 KANÛN 2025
Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

16 MIJDAR 2025
Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

23 COTMEH 2025
Ji wêjekarên kurd peyama hevpar: Yekîtiya demokratîk

Ji wêjekarên kurd peyama hevpar: Yekîtiya demokratîk

31 TEBAX 2025
Wêjekarên Kurd ji bo yekîtiya demokratîk kom dibin

Wêjekarên Kurd ji bo yekîtiya demokratîk kom dibin

29 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne