Amed – Nivîskar Abdurrahman Bakir û weşanger Ronî War ku tev li Rojên Pirtûkên Kurdî bûn xwestin ku her kes di mala xwe de bi zimanê Kurdî biaxive û daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî bike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Şêx Seîd a li navçeya Yenîşehîra Amedê Rojên Pirtûkên Kurdî li dar dixin. Rojên Pirtûkên Kurdî 27ê Gulanê dest pê kir û wê heta roja 1ê Hezîranê berdewam bike. Nivîskar Abdurrahman Bakir û nivîskar-weşanger Ronî War ku tev li Rojên Pirtûkên Kurdî bûn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve’
Nivîskar Abdurrahman Bakir diyar kir ku Rojên Pirtukên Kurdî ji bo civakê gelek girîng e û wiha got: “Divê civaka Kurd xwedî li Roja Pirtûkên Kurdî derkeve. Tenê bi xwedî derkeritina weşanger û nivîskaran nabe. Divê gel jî tev li van xebatan bibin. Xwedî derketina li zimanê Kurdî xwedî derketina li pirtûkên Kurdî zêde dike. Ev jî ji bo siberojê dibe xwedî ferasetekê. Ev feydeyê hem li meriv û hem jî li derdora meriv dike. Ji xwe pêdiviya civakê jî heye. Bi salan qedexeya li ser zimanê Kurdî kiriye ku zimanê Kurdî li paş bimîne. Polîtîkayên berê ya bişaftinê bi awayekî zordarî pêk dihat. Lê îro ew polîtîka hatine guhertin êdî otoasîmîlasyon dest pê kiriye. Êdî em xwe bi xwe asîmîle dikin. Em di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin. Rojname, pirtûkên Kurdî nayên xwendin. Her çiqasî di nava gel de Kurdewarî hebe jî divê mirov vê hê jî watedartir bike. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve ku êrişên li ser ziman û çandê werin sekinandin. Îro xwedî derketina zimanê Kurdî çiqas hebe jî divê em wê bikin du qat û z3edetir bikin. Pêşengên civakê, sazî û dezgehên civakê hene lê ev sazî û dezgeh têrê nakin, divê em xurttir bikin û xwedî derkevin. Sazî jî dê xurttir bibin û civaka Kurd jî xwe biparêze. Gelek bar dikeve ser milên siyasetê jî lê siyaset qels e. Siyaset heta îro tu bar negirtiye ser milê xwe. Bêguman xebat dike lê ev têrê nake. Ji ber ku civak nêzan û bê perwerdehî maye. Di malan û taxan de gel xwedî li ziman dernakeve bi taybetî jî ciwan. Civaka Kurd li ser zimanê xwe perwerde nedîtiye ev jî gelek bandorê dide ziman. Di vir de berpirsiyarê neaxaftina bi ziman û pêşvebirina ziman çiqas em bin jî lê li aliyê din jî asteng û qedexar dewlet e. Divê dewlet jî peywîra xwe pêk bînê ku em behsa aştiyê bikin. Çanda me zimanê me were înkarkirin ez ê çawa bijîm.”
‘Pêdivî bi plansaziyê heye’
Abdurrahman Bakir da zanîn ku xebatên îro li ser ziman tên meşandin tenê ji aliyê dersdayînê ve tê meşandin û wiha got: “Di hînbûna zimanê Kurdî de perwedehî tune ye. Ji bo perwerdehiyê pêdivî bi plansaziyê heye. Li dibistanan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were dayîn. Divê dewlet jî bingeha aboriyê pêk bîne. Ji ber ku em jî li vî welatî dijîn û mafên me yên wekhev divê hebin. Heke mafên gelên Kurd werin mîsogerkirin û temînkirin jixwe yekitî jî wê hêsantir bibe. Em wekî gelê Kurd amade ne lê dewleta Tirk hê jî ne amade ye.”
‘Em gavên qanûnî dixwazin’
Nivîskar û weşanger Ronî War jî destnîşan kir ku dê Rojên Pirtûkên Kurdî li ser ziman bondoreke baş bike û wiha axivî: “Ji ber ku di rojên wisa de hem nivîskar hem weşanxane û hem jî xwendekar tên gel hev. Hev du nas dikin, bandorê li hev du dikin. Nivîskar li vir digihêjin xwînerên xwe. Weşanxane berhemên xwe didin naskirin. Ji bo nivîs û nivîskar jî tiştekî erênî derdixe holê. Divê her kes li mala xwe bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî biaxive. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê bazarê. Hewce ye zimanê Kurdî li dibistanan bi awayekî fermî were qebûlkirin û perwerdehî bê dayîn. Ji ber vê ji divê em gavên qanûnî dixwazin. Tenê di malan de jî axaftin têrê nake. Divê li vir jî eleqeyek mezin hebe ku weşanxaneyên Kurdî hêzê bigirin.”