• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nîzamettîn Kabaîş: Hêj jî telefona Rojînê venekirine

Bazîd Evren / AW

27 GULAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Dayik û Bavê Rojîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku cenazeyê wê li ser qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin, di 22yê gulanê de bi dozgerê lêpirsîna keça xwe re hevdîtinek pêk anî. Bav Nîzamettîn Kabaîş ku ji bo ajansa me axivî, da zanîn ku hêj jî telefona Rojînê nehatiye vekirin.

Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê (21) di 27ê Îlona 2024an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û piştî 18 rojan di 15ê cotmehê de li qeraxa Behra Wanê ya Gundê Molla Kasim cenazeya wê hat dîtin. Malbata Rojîn Kabaîşê û polîs 15 saet piştî windabûna wê hatin agahdarkirin. Bi ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê re 8 meh derbas bûn. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome û hêj tu tiştek zelal nîne. Hinek dezgehên çapemeniyê hewl dan ku mirina Rojîn Kabaîşê weke “întîhar” bidin nîşandan. Lê belê cîhaza şarjkirinê ya Rojîn Kabaîşê ya winda, bêdengiya hevala wê ya wargehê ya beriya winda bibe pê re axivî, DNAya li ser bedena wê hatine dîtin û bêdengiya rêveberên wargehê gumanên heyî hêj mezintir dike.

Hevdîtin baş derbas bûye

Malbata Rojîn Kabaîş ku îdîaya xwekuştinê qebûl nakin, ji bo bi dozger re hevdîtinekê pêk bînin di 22yê gulanê de ji Amedê hatin Wanê. Bav Nîzamettîn Kabaîş ku ji bo ajansa me axivî, diyar kir ku dozger nekiriye gazî wan, ew bi xwe hatine ku derbarê lêpirsînê de agahiyan bigirin. Nîzamettîn Kabaîş, anî ziman ku hevdîtina wan ya bi dozger re bi qasî 2 saetan berdewam kiriye û got: “Serokê Baroyê û parêzer jî bi me re hatin. Hevdîtin baş derbas bû û hinekî barê me sivik bû. Çi ne be me zanî ku dosya heta ku hatiye. Herî zêde tiştê me meraq dikir telefona Rojînê bû. Me ev yek pirsî, ji me re gotin ku hinek aliyan ve vebûye, lê hinek aliyan ve wan nekariye vekin. Her wiha em bi rayedarên zanîngehê re jî civiyan û me metirsiyên xwe anîn ziman.”

‘Tevî ewqas kamerayan Rojîn çawa winda bû?’

Nîzamettîn Kabaîş, da zanîn ku 8 meh bi ser buyerê re derbas bû, lê hêj jî tiştekî zelal nehatiye dîtin. Nîzamettîn Kabaîş, bi lêv kir ku li ser mînakên DNAyê rawestaban wê evqas dem derbas nebûya û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me digot qey wê 3-4 mehan de encamek ji lêpirsînê wergirtibana, lê ev 8 meh in hêj jî zelal nebûye. Gava em çûn zanîgehê, rayedaran ji me re gotin ku 270 hep kamera û nêzî 150 heb jî personelên ewlekariyê hene di nava zanîngehê de. Pekî tevî evqas kamera û personelên ewlekariyê ev sebî çawa winda bû? Çima nabêjin? Niha teqez kesekî dîtiye û haya wê/î jê heye. 32 hezar şagirt hene, ewqas personel, mamoste. Ne hevalên Rojînê yên wargehê, ne jî personelên ewlekariyê meraq nekirine. Piştî 15 saetan ji me û polîsan re dibêjin.”

‘Divê lêpirsîn bi delîlan bê ronîkirin’

Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ew ji personelên ewlekariyê û rêveberiya zanîngehê re gilîkar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin di zûtirin demê de ev lêpirsîn zelal bibe, bi delîl û tespîtan bê ronîkirin. Her çi çêbibe bila bi tespît û delîlan be ku em jî pê qanih (îkna) bibin. Heke bêyî delîl ji me re qala tiştan bikin em rihet nabin.”

 

Etîket: Nîzamettîn KabaîşRojbîn Kabaîş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (147)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne