Nobeta ku li dijî êrişên li ser Rojava, li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê hate destpêkirin tevî sir û seqemê jî didome.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Bakurê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin banga seferberiya neteweyî ya rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo îro dest bi nobetê hate kirin.
Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Nisêbînê, rêveberên DBPê, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li nobetê bûn. Çalakger tevî sir û seqema zêde jî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta gelê Kurd e” gotina stranên şoreşgerî û helbestan nobeda xwe domandin.
Çalakgeran li cihê nobetê agir vêxistin û li dora agir dirûşm berz kirin, stran gotin û helbest xwendin. Sibê saet di 11.00an de dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Goristana Eskî Hacilar meş bê lidarxistin. Beşdarvan bi biryar in ku heta êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin nobeta xwe bidomînin.
















