Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç dema çalakiya ciwanan dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin.
Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçegihanê Ajansa Welat (AW) bi lêdanê binçav kir. Li taxa Nûrê ya Cizîrê ciwanan bi boneya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê şermezar bikin, çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan piştî çalakî li dar xistin, polîsan êrîşî çalakgeran kir. Dema nûçegihanê me Nedîm Oruç nûçe dişopand, polîsan ew bi lêdanê binçav kirin. Polîsan Nedîm Oruç li maşîna zirxî siwar kirin û birin qereqolê. Çalakiyên ciwanan jî li kolanan berdewam dike.













