Rojnameya Yenî Şafakê bi rojane Samet Dagul ê ku ji endamtiya El Kaîdeyê di nav lîsteya terorê de “lêgerîna wî heye” wek “rojnameger” dide. Hat zanîn ku ev kes di yekîneya “propagandaya” Şamê de cih digire.
Rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiya desthilata Tirkiyeyê dike bi rojane Samet Dagul ê ku ji endamtiya El Kaîdeyê di nav lîsteya terorê de “lêgerîna wî heye” wek “rojnameger” derdixe pêş. Hat zanîn ku ev kes di yekîneya “propagandaya” Şamê de li dijî êrişên li ser Rojava tê xebitandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; derket holê ku ev kesê cîhadîst ji endamtiya El Kaîdeyê di nav lîsteya terorê de ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê de “lêgerîna” wî heye.













