Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsê bi axaftina Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş dest pê kir. Kurtulmuş diyar kir ku ew di xebatên komîsyonê de hatine asta nivîsandina metna rapora hevpar.
Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsê dest pê kir. Di civînê de xebatên komîsyonê û metnra rapora hevpar a komîsyonê dê bê nirxandin û Prof. Dr. Havva Kok Arslan dê xaftinekê bike. Civînê bi axaftina destpêkê ya Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş dest pê kir.
Kurtulmuş anî ziman ku xebatên komîsyonê hatiye asta nivîsandina metna rapora hevpar û wiha got: “Em hatin dawiya xebatên komîsyonê. Ev jî nivîsandina raporê ye. Piştî me rapora hevpar amade kir, em ê bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê da ku pêşniyarên di raporê de bibin qanûn. Ji bo pêşniyarên din jî pêk werin peywîra komîsyonê ew e ku pêşengiyê bike. Partiyên siyasî jî mijarên ji bo wan girîng in di raporên xwe de nivîsandin e û pêşniyarên xwe kirin e. Ev rapor ji bo partiyên siyasî di heman demê de belgeya helwesta siyasî ye. Rapor teslîmî me hatin kirin. Li ser raporên partiyên siyasî nirxandin û nîqaş berdewam dikin. Em hêvî dikin ku raporeke hevpar ku hemû partiyên siyasî li ser hemfikir bibin bê amadekirin.”
‘Hewcehî bi demê heye’
Numan Kurtulmuş diyar kir ku ew ê di demeke nêz de rapora hevpar jî amade bikin û got: “Em hêvî dikin wê rapor bi raya giştî re were parvekirin û bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê. Ji bo rapora hevpar temam bibe hewcehî bi demê heye. Piştî axaftinên partiyan, em ê ji bo dirêjkirina xebatên komîsyonê li pêşniyaran guhdarî bikin. Ji bo analîza girtekan û pêşniyarên di guhdarîkirina de derketine pêş çi ne bi Dr. Murat Sevencan û Prof. Dr. Havva Kok Arslan ku li ser girtekan analîzên akademik kirin e, axaftinê bikin.”
Piştî axaftina Numan Kurtulmuş civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.













