Serokê Meclisê Kurtulmuş derbarê nîqaşên dawî yên ku komîsyon biçe Îmraliyê de got, “Ji bo pêvajo temam bibe divê gavek wisa bê avêtin. Ger komîsyon biryareke wisa bide, wê li gorî wê tevbigerin.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Stenbolê bi gerînendeyên giştî yên medyayê re civiya. Kûrtûlmûş piştî axaftinê, bersiva da pirsan. Kurtulmuş diyar kir ku Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclisê civîna 16emîn li dar xist û li Tirkiyeyê mîsyonek girîng û dîrokî girtiye ser xwe. Kurtulmuş wiha got, “Heta îro, 16 civîn me li pey xwe hişt û fonksiyonek girîng pêk anî. Ji niha pê ve ber bi qonaxa dawî ve diçe.”
Kûrtûlmûş anî ziman ku di komisyonê de fikrên cuda hene û wiha domand: “Ji kesên ku beşdarî civînê bûn û di komisyonê de nerînên xwe anîn ziman, tu kesî negot ku ew pêvajoyê naxwazin an jî divê ev pêvajo pêk neyê. Her kesî ji bo ev pirsgirêk demildest were çareserkirin, bi coş ramanên girîng anîn ziman.”
Serdana Îmraliyê: Gavek wiha dikare bê avêtin
Kurtulmuş derbarê nîqaşên dawî yên ku komisyon biçe Îmraliyê de ev tişt anî ziman: “Ji bo pêvajo temam bibe divê gavek wisa bê avêtin.” Kurtulmuş anî ziman ku komisyon wê biryarê bide û got, “Li gorî şexsê min li vir ne girînge. Gelek partiyên siyasî di vê mijarê de nêrînên xwe yên erênî anîn ziman û tînin ziman. Li pêşberî raya giştî dibêjin. Ger komisyon biryarek wisa bide, wê li gorî wê tevbigerin.”
Kurtulmuş bi bîr xist ku komisyon wê hefteya bê wê Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Parastina Neteweyî û Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî guhdar bike û dibe ev guhdarîkirinên dawî be.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev pêvajoya li Tirkiyeyê ne pêvajoyeke aştiyê ya di navbera Tirk û Kurdan de ye, pêvajoyeke ku PKKê bi ragihandina danîna çekan re dest pê kir û parlamento bi baldarî dişopîne û got, “Ji ber vê yekê, dixwazim vê bibêjim ku her kes bal dikşîne ser xwişk-biratiya Kurd-Tirkan, yekîtî û hevgirtina di navbera gelên ku li vî welatî dijîn. Ev mijarek pir girîng e.”
Sererastkirina qanûnan bi şertan girê da
Kurtulmuş wiha domand: “Em dizanin ku hin daxwazên wekî federasyon, misogerkirina hin cûdahiyan û li kêleka zimanê Tirkî zimanek din ferm, bibe nehatin rojevê. Qonaxa herî krîtîk ew e ku rêxistin bi rastî xdev ji çekan berdaye û xwe tasfiye kiriye, bê tespîtkirin û tescîlkirin. Yanî em ne di wê rewşê de ne ku Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê vê yekê bike. Tenê piştî ku saziyên me yên ewlehiya neteweyî di serî de Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî û Wezareta Parastina Neteweyî, piştrast bikin ku rêxistin xwe fesix kiriye û li qadê bêçekbûneke girîng hatiye bidestxistin, wê demê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê wê bikaribe hin sererastkitinên qanûnî yên pêwîst bi cih bîne.
Ev mijar wê ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku saziya ewlehiyê ya herî bilind a Tirkiyeyê ye were destgirtin û Lijneya Ewlekariya Neteweyî wê van tespîtan bike û ragihîne, wê pêşketinên girîng çêbibin. Weke kesekî ku hema hema her roj pêvajoya berê bi bîr tîne û dizane, dikarim vê bibêjim. Cudahiyên pir mezin hene. Beriya her tiştî, bi xemgînî dibêjim ku wê demê hema hema hemû saziyên ku ev pêvajo li ser navê dewletê dimeşandin di bin bandor û destê FETOyiyan de bûn.”













