Li gel civîna Cenevreyê ya di navbera Amerîka û Îranê de rayedarên Amerîkayê diyar kirin ku pêkan e ku Amerîka herî dereng roja şemiyê êrişeke mezin bibe ser Îranê.
Televîzyona CBS evenin Newsê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku rayedarên payebilind ên Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê dibêjin ku Amerîka xwe amade dike ku herî dereng roja şemiyê li dijî Îranê dest bi êrişeke berfireh bike. Lê heman çavkanî di heman agahiyê de aşkera dike ku Serokê Amerîkayê ji bo êrişê biryara xwe ya dawî nedaye.
Tura duyemîn a hevdîtina ser nukleerê ya di davbera Amerîka û Îranê de li Cenevreyê roja 17 û 18yê Sibata 2026an de pêk hat. Piştî civînê li gel hin pêşketinan jî tu peyman nehatin îmzekirin. Li gor vê encamê metirsiya şer ji holê ranebû.













