Bi sedan kes di pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û bi meşekê êrîşên dewleta Tirk û komên paralîmîter şermezar kirin.
Bi sedan kesên ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li ser sînorê Pirsûs Kobanê kom bûn, li dijî êrîşan meşek girseyî pêk anîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarên Navçeya Rihayê û gelek kes tevlî meşê bûn. Meşê ji avahiya DEM Partiya Pirsûsê dest pê kir û heta noqteya nobetê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî berxedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Herder berxwedan herder Kobanê”, “Bijî tekoşîna Rojava” hatin berzkirin, girseya ku ber bi qada nobetê ve çû dest bi çalakiyê kir. Girseya gel bi govendû tilîliyan dest bi nobetê kir.