• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

Navenda Nûçeyan / AW

22 ADAR 2026 - 22:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Pazêgarê Hesekê diyar kir ku Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara, hejmarek berpirsên dîtir re civiya, dosyaya vegera koçberan, serbestberana dîlgirtiyan û pêşxistina binesaziyan nîqaş kirin.

Nivîsgeha Çapameniyê ya Parêzgeha Hesekê têkildarî hevdîtina serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri, Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayiş, Parêzgarê Reqayê Ebdurehman El Selamê li Qesra Qel a Şamê çêbûye daxuyandiyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku: “Civînek taybet di navbera Serok Ehmed El Şeri û Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, bi amadebûna Nûnerê Serokatiyê Ziyad El Ayiş û Parêzgarê Reqa Ebdurehman El Selamê li Qesra Gel pêk hat. Ev civîn piştî beşdarbûna parêzgar, digel Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lii parêzgeha Hesekê Merwan El-Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl, di merasîma pêxistina meşaleya Newrozê de li Şamê pêk hat.

Di civînê de, çend mijarên girîng ên têkildarî herêmê hatin nîqaşkirin. Li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan û xebata ji bo valakirina girtîgehan ji hêla hemû aliyên têkildar ve hate nîqaşkirin ku baweriyê xurt dike, şert û mercên aramiyê ava dike.

Di civînê de mijara vegera koçberên ji bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin gotûbêjkirin. Ji bo vê yekê biryar hat dayîn ku komîteya fermî were kirin ku bi misogerkirina vegera wan a ewle û bi rûmet bo bajar û gundên xwe were erkdarkirin.

Di aliyên xizmetguzarî û perwerdehiyê de jî nîqaş hatin kirin û tekezî li ser girîngiya wê wekî kevirê bingehîn ê pêşkeftina civakî hate kirin. Rewşa heyî ya pêşketinê û rêbazên başkirina xizmetguzariyan li herêma rojhilat, bi taybetî li parêzgeha Hesekê jî hate nîqaşkirin. Gotûbêj li ser projeyên girîng, weke kişandina avê ji çemê Dicle bo vexwarinê û çandiniyê, xebitîna li ser aktîvkirina ava stasyona Elokê ji bo peydakirina ava vexwarinê bo bajarê Hesekê û gundewarê wê hatin kirin.

Der barê pêwîstiya pêşxistin û parastina binesaziyê axaftin hat kirin, bi taybetî tora rêyan, ji ber rola wê ya girîng di piştgiriya çalakiyên aborî û xizmetguzariyê de heye.

Di dawiyê de mekanîzmayên ji bo lezandina pêkanîna peymana 29ê Çileyê, bi taybetî yên têkildarî entegrakirina saziyan, ku dê karîgeriya rêveberiyê zêde bike û xizmeta berjewendiyên welatiyan bike, hatin nîqaşkirin.”

Etîket: Ahmedcivîn ŞaraNûredîn EhmedŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li Şamê Newrozê pîroz dikin

Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li Şamê Newrozê pîroz dikin

21 ADAR 2026
Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

20 ADAR 2026
Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

16 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê û Wezareta Perwerdeyê pêkanîna ezmûnan nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê û Wezareta Perwerdeyê pêkanîna ezmûnan nîqaş kir

9 ADAR 2026
Li Şamê êrişa li dijî hêzên Hikûmeta Demkî

Li Şamê êrişa li dijî hêzên Hikûmeta Demkî

28 SIBAT 2026
Pêvînayîşê heyetê Rojava çapemenîya dinya de cayêko hîra girewt

Di çapemeniya cîhanê de Rojavayê Kurdistanê û tirsa ji nûve derketine DAIŞê

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê bi hezaran kes tê qada Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Cizîrê bi govend û dîlanê dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (905)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne