Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê geşedanên li Sûriyeyê de daxuyanî da û ragihand ku ji 27ê Mijdarê heta niha li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirin.
Nivîsgeha Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê geşedanên li Sûriyeyê de li Nivîsgeha Cenevreyê ya NYê civîneke çapemeniyê li dar xist. Midûrê Koordînasyona Rewşa Lezgîn a Bernameya Xidayê ya Cîhanê Samir Ebdulcabir di civînê de anî ziman ku krîzeke nû ye ku bi ser krîzeke din qewimiye û wiha got: “Ev şerê navxweyî di sala 2011ê de bi serhildana gel a li dijî hikûmetê dest pê kir û hêzên herêmî û navneteweyî beşdarî wê bûn. Mixabin tevî hemû hewlên Konseya Ewlehiyê ya NYê û civaka cîhanî ev şer ranewestiya. Di vî şerî de bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest da, bi milyonan kes ji cih û warê xwe bû. Pevçûnên îro diqewimin krîza li welat diqewime kûrtir dike.”
Samir Ebdulcabir bi bîr xist ku berî pevçûnûn dawî li Sûriyeyê hejmara kesên ku hewcedarî alîkariya lezgîn 12,9 milyon bû û ev hejmar wê di rojên pêşiya me de zêdetir bibe. Ebdulcabir da zanîn ku ji 27ê Mijdarê heta niha di pevçûnan de 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û ew metirsîdar in ku ev hejmar bigihêje 1.5 milyonî û wiha axivî: “Li gor daneyên di destê me de ji 27ê Mijdarê heta niha 280 hezar kes koçber bûne û ev daneya nûkirî ye. Di vê serdema dawî de ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de gihîştine asta herî bilind, kesên ku ji Lubnanê reviyane û hatine Sûriyeyê û niha jî vedigerin Lubnanê ne di nav vê hejmarê de ne.”