OCHAyê ragihand ku ji ber êrişên dawîn ên çeteyên hikumeta demkî yên Sûriyeyê ji 6ê Çileyê ber bi îro ve zêdetirî 170 hezar kes ji Heleb, Hesekê û Reqayê koçber bûne.
Piştî êrîşên çeteyên HTŞê û komên çete ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin, li ser Rojava, bû sedema koçberiyên mezin. Li ser koçberiya şêniyên bajarên rastî êrîşa hatine, Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 6ê Çileyê û vir ve zêdetirî 170 hezar kes ji Heleb, Hesekê û Reqayê koçberî deverên din yên Rojava bûne.
Alîkariya mirovî
Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku NYê û hevkarên wê piştgiriya bersiva mirovî li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di vê çarçoveyê de, karwanekî mirovî ya hevbeş duh gihîşt bajarê Qamişlo ku xwarin, cil û berg, betanî û pêdiviyên din ên bingehîn tê de hebûn û destnîşan kir ku di rojên pêş de dê karwanên din jî werin şandin.
Ji hezar 500 kesan re xizmeta tenduristiyê
Ofîsê ragihand ku wan bi hevkarên mirovî re, xwarin, nan û alîkariya diravî li navendên kombûnan û stargehan belav dikin. Her wiha xizmetên tenduristiyê û piştgiriya xwarinê ji zêdetirî hezar û 500 zarokan û jinên ducanî û şîrdêr li Hesekê û deverên gundewarî yên derdora wê re hatine pêşkêşkirin.
Li Kobanê ceyran û înternet tine
Berdevkê NYyê Stéphane Dujarric diyar kir ku hevkarên li ser erdê ragihandine ku xizmeta elektrîk û înternetê hîn li bajarê Kobanê nehatiye vegerandin û ev yek êşa şêniyên ku ji ber dorpêça çeteyên hikumeta demkî ya Şamê, girantir dike.
OCHAyê diyar kir ku ji Cotmeha borî ve, alîkariya mirovî, alîkariya zivistanê, wek betanî, cil û berg û pêdiviyên germkirinê, ji bo nêzîkî 450 hezar kesan li seranserê Sûriyeyê hatine peydakirinê.











