Beşa duyemîn a hevpeyvîna rojnamegerê Amerîkî ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat weşandin. Ocalan li ser pirsên derbarê sînoran de, girîngiya çareseriyek di nav sînorên Tirkiyeyê de û modelên wekî federasyonê tîne ziman.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di salên 1990î de hevpeyvîna bi rojnamegerê Amerîkî re pêk anîbû ji aliyê malpera “Özgür Düşenceler” ve beşa duyemîn hat parvekirin. Abdullah Ocalan di beşa duyemîn a vê hevpeyvîna arşîvî de, mijara herî girîng piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeyê ye. Abdullah Ocalan rexneya bikaranîna helîkopterên Cobra û Skorsky dike û diyar dike ku ev teknolojî herikîna şer guhertiye. Ocalan dibêje ku ev çek li şûna çareseriyê, şer kûrtir dikin.
“Em li pey çareseriyê ne”
Ocalan di hevpeyvînê de li dijî pênaseya “terorîzmê” derdikeve û vê wekî “înfazek bêyî dadgeh” bi nav dike. Di peyama xwe ya ji bo rêveberiya Washingtonê de, destnîşan dike ku tevgera Kurd amade ye ji bo çareseriyeke siyasî rûnê ser maseya diyalogê.
Yek ji xalên herî balkêş ên hevpeyvînê jî nîqaşên li ser statuya pêşerojê ye. Ocalan li ser pirsên derbarê sînoran de, girîngiya çareseriyek di nav sînorên Tirkiyeyê de û modelên wekî federasyonê tîne ziman.













