Amed – OHD ji bo pêkanîna “Mafê Hêviyê” duh li Amedê meşeke girseyî li darxist. Parêzer û endamên OHDê yên ku tev li meşê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û civateke demokratîk divê demildest gavên şênber bên avêtin û wiha gotin: “Ji ber ku azadiya birêz Ocalan û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiya (OHD) ji bo pêkanîna Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh ji Qada Şêx Seîd heta ber Edliyeya Amedê meşek li dar xist. Bi sedan endam û rêveberên Şaxên OHDê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, nûner û endamên saziyên sivîl, hevşaredarên navçeyên Amedê û bi sedan welatî tev li meşê bûn. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Sekretera Navenda Giştî ya OHDê Ebru Demîrtepe, endama Şaxa OHDê ya Wanê Mehtap Işik û endamê Şaxa OHDê ya Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr têkildarî pêkanîna “Mafê Hêviyê” ji ajansa me re axivîn.
‘Tirkiye ji bo her kesî bibe welatekî hevpar’

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk bi bîr xist ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan salek derbas bû û wiha got: “Di vê pêvajoyê de, ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe û li vî welatî jiyaneke azad bijî, salek bihurî. Salek derbas bû; ji aliyê Kurdan, ji aliyê birêz Ocalan û PKKê ve çi wezîfe ketibe ser milê wan, wan bi cih anî. Lê belê, Tirkiyeyê heta niha tu gav neavêtiye. Em hêvî dikin ku gav werin avêtin. Ji bo ku Tirkiye ji bo her kesî bibe welatekî hevpar, ji bo ku Kurd û miletên din bi hebûn û nasnameya xwe li vî welatî jiyana xwe bidomînin û mafên wan neyên binpêkirin, em daxwaz dikin ku ev pêvajo di vê salê de bi encam bibe. Heta niha Tirkiyeyê wezîfeya xwe bi cih neaniye. Em jî di vê salvegerê de daxwaz dikin ku Tirkiye berpirsyariyên xwe pêk bîne.”
‘Bangewaziya birêz Ocalan bi cih were’
Îsmaîl Elîk ani ziman ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî azad bibin wiha bi lêv kir: “Divê mafên gelê Kurd li Meclisê bi rêya siyasetê werin naskirin û di nav qanûnan û destûra bingehîn de cih bigirin. Em jî wekî parêzer, wekî OHD, li vir civiyane. Em daxwaz dikin ku bangawaziya birêz Ocalan bi cih were. Em dixwazin hemû girtiyên me û di serî de birêz Ocalan werin berdan da ku karibin bi rehetî siyaseta xwe bikin. Ji bo ku mafên gelê Kurd di qada siyasetê, qanûn û destûra bingehîn de werin naskirin, em jî dê wekî parêzer dengê xwe bilind bikin.”
‘Mafê Hêviyê mafekî bingehîn e’

Sekretera Navenda Giştî ya OHDê Ebrû Demîrtepe jî diyar kir ku divê “Mafê Hêviyê” demildest bikeve meriyetê û ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve were naskirin. Ebrû Demîrtepe bi lêv kir ku divê “Mafê Hêviyê” di hemû qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyeyê de cih bigire û wiha got: “Mafê Hêviyê, di serî de ji bo birêz Ocalan û hemû girtiyên ku bi cezayê muebeda girankirî hatine mehkûmkirin, yekane îhtîmal e. Her wiha, ji bo pêvajoya aştî û avakirina civakeke demokratîk jî em vî mafî wekî bingehekê dibînin. Ji ber ku azadiya birêz Ocalan û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne; çareseriya pirsgirêka civaka Kurd di nav xwe de bi Mafê Hêviyê û azadiya birêz Ocalan ve girêdayî ye. Bi naskirina ‘Mafê Hêviyê’ û xistina wê ya di meriyetê de, em hêvî dikin ku pirsgirêka gelê Kurd ber bi qonaxên erênîtir ve biçe û rê li ber pêşketinên baştir û girîngtir vebibe.”
‘Mafê Hêviyê were naskirin’

Endama Şaxa OHDê ya Wanê Mehtap Işik jî anî ziman ku bi salan e tecrîdek berdewam dike ji bo ku tecrîd bê rawestin meş li dar xistin û wiha got: “Li ser Birêz Ocalan bi salan e tecrîdek berdewam dike. Ev salek e ku pêvajoyek berdewam dike û bi vê pêvajoyê re jî, ji aliyê siyasî, ji aliyê polîtîk ve hevdîtin çêdibin. Lê ji aliyê hikûmetê ve tu gav nayên avêtin. Ev gava herî mezin jî ‘Mafê Hêviyê’ ye. Em parêzvan dixwazin ku; çend sal e tecrîdek berdewam dike û di vê pêvajoyê de em dibêjin divê gavên şênber werin avêtin. Ev mafê hêviyê were naskirin, Birêz Ocalan derkeve derve û siyasetê bidomîne.”
‘Mafê Hêviyê ji bo hemû girtiyên siyasî bi cih bînin’

Endamê Şaxa OHDa Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr jî ani ziman ku heta niha tu guhertineke qanûnî nehatiye kirin û wiha axivî: “ Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li cîhanê û li cihên din doktrîneke hiqûqî heye. Di hiqûqê de tê gotin ku heke mirovek li dijî mirovekî din sûcekî bike, hikûmet yan jî dewlet nikare van sûcan efû bike. Lê heke sûcek li dijî hikûmetê yan dewletê were kirin, dewlet dikare wan sûcan efû bike. Heke dewletê di van mijaran de gav biavêta jî ne tenê ji bo sûcdarên edlî divê ji bo girtiyên siyasî jî efû derxista û ‘Mafê Hêviyê’ ji bo hemû girtiyên siyasî bi cih bianiya. Lê heta niha qet guhertineke qanûnî çênebû. Hiqûqnas li vir dixwazin ku hem ji bo Birêz Abdullah Ocalan hem jî ji bo hemû girtiyên ku niha di zindanan de ne, mafê hêviyê pêk bê. Daxwaza van guhertinên qanûnî tînin ziman.”












