Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDa Îzmîrê di rapora xwe ya salane de bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Herêma Egeyê û da zanîn ku girtiyên nexweş rastî binpêkirina mafê jiyanê tên û ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwaza destpêkirina pêvajoyeke reformê kir.
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) rapora xwe ya salane ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê li avahiya komeleya xwe, bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Daxûyaniyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDê ya Îzmîrê Parêzer Nehîr Bîlece xwend.
Nehîr Bîlece diyar kir ku girtîgeh yek ji wan cihan e ku binpêkirinên mafên mirovan herî zêde lê tên jiyîn e û girtî li wan deran rasterast bi ceza û miameleyên keyfî yên derhiqûqî re rû bi rû dibînin. Nehîr Bîlece destnîşan kir ku girtiyên nexweş di sîstema înfazê de pirsgirêka herî mezin in û got: “Li girtîgehan astengkirina mafê gihîştina tenduristiyê, bi wesayîtên ringê yên tekane birina nexweşxaneyê, kelemçe, muayeneya bi kelepçeyan û ferzkirina lêgerîna dev, dereng anîn an neanîna sewqên nexweşxaneyê, li girtîgehan kêmasiya personelên tenduristiyê dibin sedema binpêkirina mafê jiyanê. Girtiyên ku nexweşiyên giran li wan peyda bûne, tevî hemû serlêdanan, bi rê li ber girtina pêvajoyên serlêdanê û bi hinceta raporên saziya dadî ên ku li dijî etîka tibî û ji pîvanên zanistî, mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Hem di hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî de îşkence û muameleya xerab bi eşkereyî û mutleq hatiye qedexekirin. Divê Tirkiye li gorî hiqûqê tevbigere.”
Bila Tecrîda li ser Îmraliyê bê rakirin
Nehîr Bîlece bal kişand ser pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Cemokratîk’ a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû û got: “Divê tecrîda li Girava Îmraliyê bê rakirin. Ji bo vekirina rêya çareseriya aştiyane, ji bo pêkanîna jiyana bi hev re li ser bingeha hemwelatiya wekhev a hemû beşên civakê û ji bo ji nû ve avakirina serweriya hiqûqê, divê li hemû saziyên dewletê, di serî de girtîgeh, pêvajoyeke reformê ya rêzgirtina li mafên mirovan bê destpêkirin. Xebatên me yên derbarê çareserkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de heta ku binpêkirin bi dawî nebin dê bidomin û ji bo ji holê rakirina pirsgirêkan em ê li her astê li çareseriyan bigerin.”













