• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

    Îlhan Dayan: Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDa Wanê: Parastinê dikin hedef

Wan /AW

30 ÇILE 2025 - 14:19
Kategorî: ROJANE
A A
Hevserokê OHDa Wanê Mûrat Ozçîçek girtina Prz. Firat Epozdemîr şermezar kir û bal kişand ser hewldanên zextan ên li ser parastinê û got: “Cihê ku parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî zext û gefan tên, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em ê li dijî hedefgirtina parastinê tekoşînê xurt bikin.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Wanê têkildarî girtina parêzer Firat Epozdemîr ku li Balafirgeha Stenbolê dema ji Ewropayê vedigeriya hat binçavkirin û girtin, li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Parastin heta niha bêdeng nebûye, ji niha pê ve jî bêdeng nabe” berzkirin. Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevserokên OHDa Wanê Mehtap Işik û Mûrat Ozçîçek û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.

Girtina Firat Epozdemîr şermezar kirin

Hevserokê OHDa Wanê Mûrat Ozçîçek metna daxuyaniyê xwend û got: “Girtina Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Stenbolê û endamê OHDê Firat Epozdemîr hedefgirtin û bêrûmetkirina parastinê û pîşeya parêzeriyê ye.” Mûrat Ozçîçek, destnîşan kir ku hempîşeyê wan Firat Epozdemîr ji ber axaftina xwe ya di civîneke navneteweyî de hatiye sucdarkirin û bi pratîkeke ku darizandina adilane hatiye binpêkirin, hatiye girtin. Mûrat Ozçîçek, diyar kir ku bi vê yekê dixwazin parastinê bêdeng bikin û got: “Tevlibûna Firat Epozdemîr a civînên navneteweyî, alîkariyên hiqûqî yên di çarçoveya pîşeya xwe de kirine û bi îdîayên neşênber weke suc hatine dîtin. Em careke din bibîrtînin ku divê demokrasî bê parastin û pêşxistin û ji bo baweriya gel ya darizandinê careke din bê mîsogerkirin divê nirxên gerdûnê bên parastin. Cihê ku parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî zext û gefan tên, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em careke din girtina hempîşeyê xwe Firat Epozdemîr şermezar dikin û em ê li dijî hedefgirtina parastinê tekoşîna xwe bilind bikin.”

Bang li baro û parêzeran kirin

Mûrat Ozçîçek, bang li rayedar û parêzeran kir û ev tişt got: “Em bang li rayedaran jî dikin ku li gorî mafên mirovan ên gerdûnî tevbigerin. Divê hemû baro û parêzer jî li dijî hewldanên bêdengkirina parastinê dengê xwe bilind bikin. Hempîşeyê me demildest berdin û kesên biryara girtina wî dan darizînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meşvanan  li ber meclisê bang kir: Ji şer re na ji aştiyê re budçe

Meşvanan  li ber meclisê bang kir: Ji şer re na ji aştiyê re budçe

14 KANÛN 2025
WRW: Divê aktivîstên mafparêz demildest serbest bên berdan

WRW: Divê aktivîstên mafparêz demildest serbest bên berdan

14 KANÛN 2025
Yekitiya Ewropayê: Divê Nêrgiz Mihemedî bê berdan

Yekitiya Ewropayê: Divê Nêrgiz Mihemedî bê berdan

14 KANÛN 2025
Li Roboskiyê mirina biguman

Li Roboskiyê mirina biguman

14 KANÛN 2025
Kovara Jinê bi manşeta “Têkokşîna me ji bo mafan, ji bo jiyanê” derket.

Kovara Jinê bi manşeta “Têkokşîna me ji bo mafan, ji bo jiyanê” derket.

14 KANÛN 2025
Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (243)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne