• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Peyama Ocalan a ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be

    Peyama Ocalan a ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be

    Cemîl Îvrendî tevî nexweşiyên giran jî nayê berdan

    Cemîl Îvrendî tevî nexweşiyên giran jî nayê berdan

    Vê hefteyê li aqubeta Mehmet Zafer Demîrkiran hat pirsîn 

    Vê hefteyê li aqubeta Mehmet Zafer Demîrkiran hat pirsîn 

    Kampanyaya ‘Cayêk semedê Ocalanî’ yena destpêkerdene

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji eşîrên Ereban re name şand

    Li Minbicê kevirên goristana şehîdan dizîn

    Li Minbicê kevirên goristana şehîdan dizîn

    3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

    3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Ocalan: Divê êriş bên sekinandin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin

Riha / AW

23 ÇILE 2025 - 17:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bertek nîşanî êrişên ser Tişrînê da û wiha got: “Li Rojava mirov tên qetilkirin. Divê êriş tavilê bên sekinandin û ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin.”

Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Rihayê û aktîvîstên TJAyê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê daxuyanî hat dayin. Parlamenterên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” û dowîzên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin hilgirtin.

Omer Ocalan ê di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser sivîlên li Bendava Tişrînê hatine qetilkirin û wiha got: “Ev roj, rojên dîrokî ne. Em dikarin aştiyeke birûmet pêk bînin û ji vî şerî re bibin çareserî. Li Tişrînê rojnameger, siyasetmedar, sivîl, zarok û xwendekarên zanîngehê tên bombebarankirin. Ev şer zirarê didin aştiyê. Divê tavilê bên sekinandin. Tişrîn ji bo me cihê rûmetê ye. Me xaka tu kesî dagir nekiriye. Destê aştiyê dirêjî Rojava bikin. Ev gel aştiyê heq dike.”

‘Birêz Ocalan rola xwe dilîze’

Bi domdarî Ocalan bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha domand: “Pêvajoyek heye û birêz Ocalan rola xwe dilîze. DEM Partî piştgiriyê dide. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Qetilkirina xwişk-birayên me ya li Rojava zirarê dide me tevan. Çareserî wiha nabe. Li Rojava mirov tên qetilkirin û li Tirkiyeyê rojnameger tên girtin. Divê her kes berê xwe bide Rojava. Em dixwazin di vê sedsalê de wekhev bijîn. Paradîgmaya birêz Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe modêl. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk hewl dide û divê mirov destê wî xurt bike. Gelê Kurd qebûl nake ku xwişk-birayên wan bi destê çeteyan bên qetilkirin. Ji bo çareserî û aştiyê jidil bin. Li rexekî aştî li rexa din komkujî nabe. Em ji bo aştiyê amade ne, ji re dibêjin na. Ji bo çareseriyeke birûmet tişta ji dest tê em ê bikin. Ev nayê wê wateyê ku em koletiyê qebûl dikin.”

‘Jiyana nû ya li Rojava ji bo hemû gelan hêvî ye’

Ocalan, anî ziman ku divê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê siyasetmedarên Kurd li her derê bên gel hev û piştgiriyê bidin Rojava. Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû gelan hêvî ye. Em piştgiriyên didin. Em êrişên ser Tişrînê şermezar dikin. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin û ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin. Em ji vir silavên xwe ji bo kesên tevî canê xwe jî xak û ava xwe diparêzin û nobetê digirin dişînin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: bertekDBPDEM Partîêrişên dewleta tirkOmer OcalanTJA
FacebookTweet

Nûçeyên Din

TJA li Amedê komxebata ‘Mafê Hêviyê’ li dar xist

TJA li Amedê komxebata ‘Mafê Hêviyê’ li dar xist

12 ÎLON 2025
DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

11 ÎLON 2025
TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

10 ÎLON 2025
DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

10 ÎLON 2025
‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

9 ÎLON 2025
DEM Partiyê MYKa xwe civand

DEM Partiyê MYKa xwe civand

8 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (219)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne