Riha – Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî peymana hatiyê îmzekirin divê gel nekeve rehavete û wiha got: “Heke rehavet hebe Kurd dê winda bikin. Sed sal berê çawa Kurdan dan windakirin, hezên hegemon û herêmî dixwazin careke din Kurdan bidin windakirin.”
Êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û hezên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê yên ji 6ê Çileyê de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin û hêj jî metirsiya komkujiyê li Rojavayê heye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan seferberî ragihand û dest bi parastina rewa kir. Piştî agirbest hat ragihandin û piştre hat binpêkirin, li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd daketin qadan û piştgiriya berxwedana Rojava kirin. Hezên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîniyên Parastina Gel (YPG) û Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) li ber êrişan rabûn û bi çekên xwe li ber xwe dan û axa xwe parastin. Piştî êriş û dorpêça li ser herêmê, berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan encam da. Hikûmeta demkî ya Şamê neçar ma ku bi navbenkariya Amerîka û Fransayê bi Rêveberiya Xweser-HSDê re peymaneke nû îmze kir û li gorî vê peymanê agirbesteke heta hetayê hate ragihandin.
Peyman dê di 2yê Sibatê de bikeve meriyetê. Li gorî peymanê taybetmendiya bajarên Kurdan dê bên parastin û li herêmên Kurdan hêzên asayîşê yên ewlehiya dê werin erkdarkirin. Lê ji ber ku gelek caran peyman û agirbest ji aliye HTŞê ango hikûmeta Şamê ve hatin binpêkirin, li dijî vê peymanê jî fikarên gel hene. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî agirbesta hatiye ragihandin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê sekna netewî ya Kurd her tim were parastin’
Omer Ocalan anî ziman ku piştî êrişên li ser Rojava, sekneke mezin ji aliye gelê Kurd derket holê û wiha axivî: “Ji 6ê Çileyê vir ve şerekî giran li Rojava pêk tê. Agirbestên hatine ragihandin jî bi awayekî hatin binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Taybet jin, zarok û welatiyên sivîl rastî qirkirineke hatin. Li dijî van êrişan li Kurdistan û çar aliyên cîhanê serhildan heye. Kurdên li Rojava jî li dijî şerê dixwazin Kurdan tunebikin li ber xwe didin. Yekitiya Kurdan jî piştî van êrişan pêk hat. Kurd li her derê bi yek dengî dengê xwe bilind dikin. Pêşiya HTŞê hat vêkirin û xwestin Kurdan bi temamî li Rojava tune bikin. Lê Kurd li her derê rabûn ser pêyan û niha hebûna xwe diparêzin. Ji aliyê Kurdan ve sekneke mezin hat nişan dan. Divê ew sekna netewî ya Kurdan her tim were parastin.”
‘Divê Kurd nekevin rehavete’
Di berdewama axaftina xwe de Omer Ocalan bal kişand ser peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de pêk hatiye û ev yek anî ziman: “Dibêjin agirbestek hatiyê îmzekirin. Çend çend carin agirbest hatibû ragihandin lê her carê hat binpêkirin. Ji bo wê jî divê rehavet tune be. Heke rehavet hebe Kurd dê winda bikin. Sed sal berê çawa Kurdan dan windakirin, hezên hegemon û herêmî dixwazin careke din Kurdan bidin windakirin. Lê Kurdan hişmendiyeke neteweyî û zanistî pêş xistiye. 60 mîlyon Kurd bi yek reng û yek zimanî welatê xwe diparêzin. Lê divê di vê sekne de rehavet tune be. Rehavet windakirin e. Divê Kurd bi baldarî rewşê bişopînin. Em ê bi hev re rewşe bişopînin. Heza li hemberî Kurdan bêehlaqî tevdigere. Çiqas hevpeyman hatibe îmzekirin jî bawerî ji van dagirkeran nabe. Divê Kurd heza xwe ya cewherî bawer be.”
‘Li dijî paradigmaya Serokatî şerê derûnî tê meşandin’
Omer Ocalan destnîşan kir ku li dijî paradigmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerekî taybet tê meşandin û got: “Şerekî derûnî jî tê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê ji aliyekî vê li ser paradigmaya Serokatî şerekî dimeşînê û ji aliyekî ve jî yên ku ne di nava berxwedanê de ne li ser medyaya sanal li ser fikir û remana Serokatî û Tevgera Azadî propagandaya reş didin meşandin. Lê em jî dizanin yên li Rojava li ber xwe didin, yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li ber xwe didin bi fikra Rêber APO ve giredayî li ber xwe didin. Li ser medyaya sanal jî dixwazin bi şere taybet hişmendiyeke qirêj ava bikin. Em ê li dijî vê yekê jî li ber xwe bidin. Serokatî dixwaze ewlehî û azadiya Kurdan biparêze. Ev yek ji bo me pir girîng e. Serokatî û Tevgera Azadiyê ji bo li bajarên Rojava jenosîd çenebe, Xazeyên nû çênebin tevbîran digire. Em ê vê paradigmayê û vê sekne her tim biparêzin. Ew paradigma ji bo pêşeroja Kurdistanê pir girîng e. Gelê me jî di 6ê Çileyê vir ve li qadan li ber xwe didin, li çeperan li ber xwe didin. Hişmendiyeke neteweyî derketiyê. Divê em vê heşmendiyê biparêzin. Erka her Kurdekî ye ku çi ji dest tê bike. Divê hemû kes bi rol û mîsyona xwe rabe.”













