Şaxa OHDê ya Şirnexê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî astengkirina definkirin û şîna endamê HPGê Ferhat Tunç da.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê derbarê astengkirina veşartina cenaze û danîna şîna endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku 2017an li navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Komeleyê bertek nîşanî zextên li dijî cenaze û şînê da û Komeleyê bal kişand ser êrişên polîsan û got: “Ev pêkanîn mînaka tundiya dewletê ya li ser gelê Kurd e. Êrişa li ser cenazeyan binpêkirina xalên 17. 20. û 24emîn ên qanûna bingehîn e.”
‘Peywira dewletê parastina mefên mirovan e’
Komeleyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku peywira dewletê parastina mafên mirovan e û ev yek anîn ziman: “Weke komele em bang li rayedaran dikin ku rêzê ji mafê şînê yê gel re bigirin û dev ji polîtîkayên tundiya li ser cenazeyan berdin.”