• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Panela mafên mirovan: Divê êdî mafên birêz Ocalan bibe rojev

Şirnex / AW

13 KANÛN 2025 - 17:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di panela ÎHDê de diyar kir ku divê êdî li ser mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were axaftin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê, Baroya Şirnexê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Şirnexê ve di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi mijara “Pêşeroj, îroj û paşeroja mafên mirovan” panel hat lidarxistin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin, Parlamenterê CHPê yê Enqere Onûr Konûralp û Doç. Dr. Dîlan Mizrak û gelek welatî tev li panela li Eywana Konferansa Şaredariya Cizîrê bûn.

Di panelê de destpêkê Parlamenterê CHPê yê Enqere Onûr Konûralp bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Di bingeha binpêkirina mafan de pirsgirêka Kurd heye. Tişta herî zor pêkanîna aştiyê ye, îro pêvajoyek heye û em hewl didin tişta zor pêk bînin.Di vê pêvajoyê de êşên hatine kişandin divê neyê jibîrkirin. Me weke CHPê ji bo Komîsyona Meclîsê raporek 80 rûpel amade kiriye. Di vê raporê de 29 rûpel li ser demokratîkbûnî ye ê 4 rûpel bi pirsgirêka Kurd ve eleqeder e.”

‘Ji aştiyê wêdetir rêyek tuneye’

Berdevka DEM Partiyê Aşyegul Dogan jî diyar kir ku heya gelê Kurd xwe da qebûlkirin gelek berdêlên giran da û wiha axivî: “Ji bilî sazkirina aştiyê wêdetir rêyek me tuneye. Em hemû qala aştiyê dikin, qala mafan dikin, îro bi mîlyonan Kurd dibêjin birêz Ocalan vîna me ye, ev yek mafê wan e. Divê dewlet vê yekê qebûl bike êdî birêz Ocalan aktorê sereke ye. Heya ev neyê qebûlkirin famkirina rasteqîn jî pêk nayê. Ji îro pê ve divê em li ser mafên birêz Ocalan ên mirovî jî biaxivin.”

‘Agirê dilê dayîkan were vemirandin, dê aştî pêk were’

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin jî pêkanînên dewletê yên di salên 1990î de bi bîr xist û wiha got: “Divê dewlet biryarê bide, ka dê derbarê kiryarên salên 1990î de çi bibêje. Dewlet dê van kiryaran çawa bigire dest. Ger me agirê dilê dayîkan vemirand em ê bikaribin aştiyê pêk bînin. Ev yek jî bi mafên mirovan bi aştiyê pêk tê.

‘Divê dewlet ji mafên mirovan netirse’

Doç. Dr. Dîlan Mizrak jî di axaftina xwe de da zanîn ku biryara qedera xwe tayînkirin mafê herî sereke yê mirovan e û got: “Mafên mirovan ên bingehîn hene û ger di vê pêvajoyê de ev pêk neyên çareserî pêk nayê û pirsgirêkên girantir ê derbikevin. Hemû dewlet ji mafên mirovan ditirsin ya rast hewceyî bi tirsê nake û tişta herî baş mafên mirovan e.”

Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanBerdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganHefteya Mafên MirovanÎHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

17 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

17 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026
Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

14 ADAR 2026
Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

13 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (652)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne