ANKA-DERê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panela pirzimanî li dar xist. Axêver bi zimanên Ermenî, Çerkezî, Lazî û Kurdî axivîn û daxwaza perwerdehiya pirzimanî kirin.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya ê Cîhanê de li avahiya Tum Bel Senê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê panelek pirzimanî li dar xist. Gelek kes tev li panelê bûn. Di panelê de perwerdekarê Çerkezî Kadîr Şahîn bi Çerkezî, aktivîsta Ermen Huriyê Şahîn bi zimanê Ermenî, lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu bi Lazkî, bi zaravayê Kurmancî mamosteyê Kurdî Rojhat Eren Emicî û bi zaravayê Kirmanckî jî xwendekara ANKA-DERê Selvî Toprak Firat li ser rewşa ziman û taybetmendiya ziman axivîn.

Li eywana panel lê hate lidarxistin pankarta, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”hat daliqandin.
Di serî de Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan axivî û bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û got: “Îro ji rojeke pîrozkirinê zêdetir rojeke têkoşînê ye. Axaftina bi zimanê Kurdî kêm e. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
‘Divê perwerdehiya pirzimaniyê bê dayîn’
Di panele de ewilî mamosteyê zimanê Kurdî Rojhat Eren Emicî axivî û li ser rewşa ziman rawestiya. Rojhat Eren Emicî diyar kir ku tevî zextan jî Kurdî hatiyê parastin û wiha got: “Bi saya dengbêjan zimanê me winda nebûye û derbasî nifşên nû bûye. Li Tirkiyeyê pergaleke şaş hatiyêe damezrandin û tenê bi yek zimanî perwerde tê dayîn. Perwerdehiya bi Kurdî di rojevê de ye. Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn.”
Selvî Toprak Firat jî qala dîroka roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê kir û wiha axivî: “Bi zaravayê Kirmanckî bi tevahî 6 milyon kes diaxivin. Em Kurd li dijî 2 pişaftinan têdikoşin, yek asîmîlasyon û ya din jî otoasîmîlasyonê. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Zimanê dayikê bi qasî nan û avê hewcedarî û ferz e.”
Perwerdekarê Çerkezî Kadîr Şahîn jî bi zimanê Çerkezî qala wateya rojê û rewşa zimanê Çerkezî kir û destnîşa kir ku pêwîst e perwerdehiya pirzimanî bê dayîn.
Aktivîsta Ermen Huriyê Şahîn jî bi zaravayê Hemşînî yê Ermenî axivî û çîrokeke Ermenî vegot û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
‘Divê hemû ziman bên parastin’
Di dawiyê de jî lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu jî bi zimanê Lazkî qala rewşa zimanê Lazkî kir û anî ziman ku Lazkî heta ji sala 1930an li dibistanan perwerdehî dihat dayîn û rojnameyên wan hebûn lê piştre hatin qedexekirin. Armagan Serdaroglu destnîşan kir ku bi qedexe û perwerdehiya bi yek zimanî bandoreke mezin li Lazkî kiriye û wiha got: “Ew jî bû sedem ku zimanê me kêm bê axaftin. Piştî 1990î ji bo parastina zimanê Lazkî bi kovar û rojnameyan têkoşînek hat destpêkirin. Ji bo parastina hemû zimanên li Tirkiyeyê divê perwerdehiya pirzimanî pêk were.”
Panelê bi xwendina helbestek Lazkî û stranên Kurdî berdewam kir. Paşê panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.













