Arsîsayê di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li navçeya Erdîşê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîrozkir. Panelîstan da zanîn ku zimanê Kurdî xwedî dîrokeke qedîm e, tevî hemû zextan jî hebûna xwe parastiye.
Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Arsîsayê di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li navçeya Erdîşê ya Wanê bi panelekî roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kir. Nivîskar Muhtullah Dag, Salih Serhedî, Kadîr Kiliç, Dîba Keskîn, Civaknas Mecît Sargût, Aktivîst Semîra Çakir wek axêver tevî panelê bûn. Panel bi moderatoriya Îzzet Akbaş pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêveber û hevserokên DEM Partiyê yên Erdîşê, Hevşaredarên Erdîşê, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û welatî tev li panelê bûn. Di eywanê de pankartên “Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye”, “Asîmilasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye”, “Her dem Kurdî li her derê Kurdî”, “Ziman hebûn û xwebûn e” û “Kurdî xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye” hatin daliqandin.
‘Kurdî xwedî dîrokeke qedîm û kevnar e’
Di panelê de destpêkê nivîskar Muhtullah Dag axivî. Dag destpêkê bal kişand ser diroka zimanê Kurdî û dewlemendiya zimanê Kurdî û got: “Kurdî zimanekî xwedî dîrokeke qedîm û kevnar e, dewlemend. Di dîrokê de berhemên zimanê Kurdî gelek caran rastî talanê hatine. Di serdema Mogolan de, di serdema Îskenderê mezin de, di Serdema destpêka belavbûna Îslamiyetê li Kurdistanê pirtûkxaneyên li Kurdistanê hatine şewitandin, berhemên wêjeya Kurdî hatine talankirin. Ziman dergûşa dîrokê ye, ziman nasnameya hevpar a gelan e. Ji bo ku pêşiya bişaftina ziman bêgirtin divê zimanê Kurdî bibe zimanê aboriyê, zimanê bazarê. Di sed salên dawiyê de 3 hezar ziman ji ber politikayên bişaftinê tune bûne. Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin, zimanê me jî tehlûkeya tunebûnê re rû bi rû ye.”
Etîmolojiya peyva ‘wêjeyê’
Civaknas Mecît Sargût bi Kurtasî behsa dîroka wêje û romana Kurdî kir û li ser etîmolojiya peyva wêjeyê sekinî û got: “Peyva wêjeyê di salên 1970î şûn ve di lîteratorê de cih digre. Wêjeya nûjen xemilandina dîrok û çanda kevnar û qedîm e. Wejeya me bi piranî li ser trajediyan hatiye honandin.”
‘Wêje zimanê heqîqetê yê herî xurt e’
Mecît Sargût behsa nirxandinên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di derbarê wêjeyê de kir û got: “Birêz Ocalan wêjeyê ne tenê wekî amûreke hunerî, wekî ‘zimanê herî xurt ê heqîqetê û nasnameya civakî’ pênase dike. Li gorî Ocalan wêje û azadî ji hev nayê qutkirin, wêje heqîqetê bi hest, can û ruh ve girê dide.”
Piştî axaftina Mecît Sargût, dayika bi navê Kezban Çelebî helbesteke Melayê Cizîrî ji bo beşdaran xwend.
‘Kurdî bi salan hat qedexekirin’
Nivîskar Kadîr Kiliç bal kişand li ser polîtîkayên înkar û bişaftinê yen dewletê û ev tişt gotin. “Ev ji sed salî zêdetir e zextên giran li ser zimanê Kurdî hene. Bi îlankirina komarê re saziyên zimanê Kurdî hatin girtin, Kurdî hat qedexekirin. Gelek Kurd hatin sirgunkirin. Kurdî li qada gelemperî bi temamî hate qedexekirin. Di sala 1925an de bi qanûna Şark Islahatê navê bajar, gund û çiyayên Kurdan guhertin kirin Tirkî. Lê van qedexeyan nikaribû pêşî li zimanê Kurdî bigire. Birêz Ocalan dibêje; ‘ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman çand û nasname ye, hişmendî ye ji bo me.’ Divê hemû zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, di vê mijarê de berbirsyariya bingehîn ya malbatan e.”
‘Jinên Kurd di wêjeyê de jî roleke girîng pêk tînin’
Aktîvîst Semîra Çakirê jî li ser rola jinan di wêjeyê de sekinî û qala berxwedana di warê wêjeyê de ya nivîskar Sîma Samendê kir. Semîra Çakirê da zanîn ku jin di warê fikir û ramanê de xwe pêşbixin pergal nikare wan nedîtî ve were û got: “Îro taybetî li Rojava jinên Kurd li Rojava fikir û felsefeya xwe, bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dixin, di acvakirina jiyaneke nû de, di wêje û hunerê de rolke girîng pêk tînin.”
‘Romanên Kurdî yên destpêkê li sirgunê hatine nivîsîn’
Dû re nivîskar Salih Serhedî li ser dîroka romana Kurdî nirxandin kir. Salih Serhedî got ji ber parçebûna Kurdani bikaranîna alfabeyên cuda di nav Kurdan de di warê wêjeyê de jî bi xwe re parçebûnek aniye. Romana yekem ya Kurdî li Sovyetê ji aliyê Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin. Erebê Şemo li sovyetan bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne. Lê dîsa jî di xebatên wêjeyê israr dike û berhemên girîng diafirîne. Romanên Kurdî yên destpêkê li Surgunê hatine nivîsandin. Mixabin li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê heta salên 60î jî wêjeya Kurdî qedexe bû. Lê di wan salan de çend rewşenbîr û nivîskarên Kurd yên wêrek gelek bedel dan ber çavan û pirtûkên Kurdî nivîsandin. Em dikarin bibêjin ku li Bakûr yekemîn roman Kurdî Birîna Reş ya Apê Mûsa ye.”
‘Bi avabûn komarê re 36 ziman hatin qedexekirin’
Herî dawî nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskînê mafê axaftinê girt û li ser giringiya ziman axivî. Dîba Keskînê ev tişt got: “Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê di nav dîrokê de bihelin. Di dema Osmaniyan de li Tirkiyeyê 36 milet û ziman hebûn. Lê Mixabin bi avakirina Komara Tirkiyeyê re ji bilî Tirkî ev ziman hemû hatin qedexekirin. Wekî tu di baxçeyekî gulan de hemû gulan tune bikî tenê yekî bihêlî. Li ruxmê van qedexe û zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî jî îro ziman û wêjeya Kurdî hebûna xwe diparêze. Celadet Elî Bedirxan bi Kovara Hawarê gelek nivîskaran li dora xwe kom dike. di nav şert û mercên zehmet de hewl dide Kovara Hawarê derdixe. Hevjîna Bedirxan Rewşen Xanim ji bo ku mesrêfên kovarê gustilka xwe dide û dibêje; ‘ez bê guhar û gustîl dibim lê gelê me bêyî wêje nabe.’ Dîba Keskînê herî dawî bal kişand ser rola medreseyan jî û got: “Medreseyên Kurdan di demek dirêj ji bo çandi ziman û wêjeya Kurdî xebatên girîng pÊk anîn. Heke îro Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Ebûl Cizirî ku di dinyayê de yekemîn car robot çêkiriye heta roja me hatibin ev di saya medreseyên Kurdan e.”
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

















