Parêzer Bedirxan Sarsilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Dadgehê derbarê wî de biryara beraetê da.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedirxan Sarsilmaz bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Çedn meh bi vê îdiayê jî di girtîgehê de mabû. Danişîna duyemîn a dozê li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Sarsilmaz û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Her wiha Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak, gelek parêzerên ji welat û derveyî welat jî dozê şopandin.
Parêzera Sarsilmaz, Nagehan Avçîl got ku xebatên pîşeyî yên Sarsilmaz weke delîl hatine nîşandan û ev delîl bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin. Nagehan Avçîl, xwest ev delîl ji dosyayê bên derxistin.
Serokê dadgehê, beriya ku der heqê daxwazê de biryarê bide yekser derbasî parastina Sarsilmaz bû. Bedirxan Sarsilmaz parastina xwe kir û diyar kir ku mafê parastinê pîroz e û got: “Ez 4 mehan girtî mam. Bi gelek derhiqûqtiyan re rû bi rû mam. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin ew were beraetkirin.
Dozger jî mutalaaya xwe eşkere kir û xwest Bedirxan Sarsilmaz were beraetkirin.
Şandeya dadgehê jî bi sedema “hêmanên sûc çênebûne” biryara beraetê da.