Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çûn Îmraliyê. Parêzaran piştî hevdîtin kirin ji Îmraliyê vegeriyan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin çûn Girava Îmraliyê. Şandeya ku ji parêzer Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî pêk dihat, piştî çûn Îmraliyê û bi muwekilên xwe re hevdîtin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Buroya Hiqûqê ya Asrînê li ser hesabê medya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li giravê Hamili Yıldırım, Omer Hayri Konar, Mahmut Yamalak û Ergin Atabey re hevdîtin kirine.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez herî dawî di 15ê Îlonê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiribûn.