Parêzerên Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî biryara DMMEyê ji bo berdana miwekîlê xwe serî li Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) duh carek din derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryarek nû da. DMMEyê îtîraza Tirkiyeyê ya derbarê Demîrtaş de red kir û bi redkirina vê îtîrazê hat diyarkirin ku girtina Demîrtaş li dijî biryara mafên mirovan e. Bi vê biryarê re teqez bû divê Demîrtaş ji girtîgehê were berdan.
Li ser biryara DMMEyê, parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeya miwekîlê xwe serî li Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê da. Çavê raya giştî li vê serlêdanê ye ku gelo dê çi biryar bê dayîn.
DEM Partiyê jî duh piştî biryara DMMEyê daxuyanî da û xwest ku Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên ji Doza Kobanê tavilê werin berdan.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku îro Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî civîna koma xwe ya li Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Dê berdana birêz Selahattîn Demîrtaş ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê.”
			












