Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Cîgira Nûnerê UNICEFê ya Sûriyeyê re li ser pergala perwerdeyê nîqaş kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya Cîgira Nûnera UNICEFê ya Sûriyeyê Zeyneb Adem kir, da ku li ser pergala perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê û pêdiviyên dibistanan nîqaş bikin.
Li ser hesabê fermî yê parêzgehê hate belavkirin ku Rêveberê Perwerdehiyê Ednan El Barî û Rêveberê ofîsa UNICEFê li Qamişlo Jiwêl Frand beşdarî civînê bûn.
Her du alyan li ser girîngî û xurtkirina hevkariyê ji bo pêdiviyên perwerdehiyê û başkirina rewşa dibistanan li parêzgehê li hev kirin.













