Nûredîn Îsa Ehmed ê ji bo parêzgeriyê Hesekê hat tayînkirin, gihîşt Hesekê. Gel bi coşek mezin li Çerxerêya Kevokê parêzger pêşwazî kir.
Parêzger Nûredîn Îsa Ehmed ê ji bo Hesekê hatiye tayînkirin, bi coşeke mezin ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin.
Gel di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Nûredîn Îsa Ehmed di sala 1969an de li Qamişloyê ji dayik bûye, dîplomata endazyariya mekanîk û elektrîkê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Ji sala 1993yan heta 2012yan wekî endazyar di Gerînendetiya Têl û Bêtêlê ya Hesekê û Qamişlolyê de xebitiye. Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ji ber beşdarbûna wî di xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê de û ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ve dihat xwestin, ji karê xwe hate bidûrxistin.
Ji wê demê ve, Nûredîn Ehmed di warê leşkerî û parastina herêmê de beşdar bûye, di pileya leşkerî de bilind bûye, di Cotmeha 2015an dema damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, berpirsiyariya têkiliyên giştî girtiye û endamê Fermandariya Giştî ya HSDê jî bûye.
Parêzger Nûredîn Ehmed wê peyamekê ji bo gel herêmê bide.













