Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeyeke Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têkildarî vegera koçberên ji Efrîn û Helebê civiyan û hate diyarkirin ku dê xebatên vegera koçberan bên bi lezkirin.
Li gorî agahiyên Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeyek Hikûmeta Demkî serdana Hesekê kiriye. Hate ragihandin ku şande ji Berdevkê Komîteyê Ehmed El Hîlalî û Endamê Komîteyê Mistefa Ebdî pêk tê. Hate daxuyandin ku di civînê de Cîgirê Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl û ji rêveberên Asayîşê Nesrîn Abdullah jî amade bûn.
Veger dê bi çavdêriya Nûredîn Ehmed pêk bê
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di civînê de dosyaya koçberan bi berfirehî hat nîqaşkirin. Ji bo hêsankirina vegera koçberan bo Heleb û Efrînê, tedbîrên hatine girtin, hatin vegotin. Hate diyarkirin ku divê dosyaya vegera ewle û birûmet a koçberan bi lez were çareserkirin.” Her wiha hate zanîn ku xebatên hêsankirina vegera koçberan û dabînkirina xwarin, erebeyên veguhastinê û ambulansan dê bi çavdêriya parêzgarên Hesekê û Helebê û beşdariya Cîgirê Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û ji rêveberên Asayîşê Nesrîn Abdullah pêk werin.













