Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Elî Neme piştgirî da biryara PKKê û got; “Divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê derbixe.”
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê, parlamenter Elî Neme derbarê biryarên kongreya PKKê de ji ROJNEWSê re axivî. Elî Neme destpêkê pesnê biryara kongreya PKKê da û biryarê weke pêngavek ber bi aştiyê ve wesif kir.
Di dewamê de Elî Neme got; “Bi armanca dawî anîna destdirêjiyên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê, divê piştî biryara PKK’ê Hikumeta Iraqê peymanên nû yên ewlekarî û leşkerî bi Tirkiyeyê re çê bike. ji ber ku hebûna leşkerên Tirk weke dagirkerî tê zanîn û divê demek ji ya din zûtir dawî lê were.”