Parlamenterên Swîsreyî bertek nîşanî êrişên çeteyan yên ser Rojava dan û li gel bangkirina Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî wiha gotin: “Swîsre berpirsê parastina Rojava ye.”
Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê çalakiyên neraz yên li ser Rojava nerazîbûna li qada navneteweyî zêde dibin. Li Swîsreyê komek ji parlamenterên partiyên çep û rastgir bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku êrişên çeteye cîhadîst pergala demokratîk a Rojava hedef digirin û bang li Hikumeta Swîsreyê û hêzên naventeweyî kirin ku ji bo pêşî li êrişan bigirin, têkevin liv û tevgerê.
Armanc civakan xistina dewrê ye
Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Swîsreyê Fabian Molina û Parlamenterê Partiya Keskan a Swîsreyê Balthasar Glattli ji têkildarî êrişan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivîn. Parlamenterê rastgir Balthasar Glattli anî ziman ku komek ji parlamenterên rastgir û çepgir li Swîsreyê ji bo parastina Rojava ketine liv û tevgerê û diyar kir ku armanca wan ew e ku civaka navneteweyî û Swîsreyê xistina liv û tevgerê ye.
‘DAIŞ neyarê Ewropayê ye’
Glattli derbarê êrişên ser Rojava û metirsiya DAIŞê ev tişt gotin: “Em nikarin 6 mehan an jî salekê bisekinin. Ne tenê gelê Rojava, em neçar in ku Ewropayê jî li hemberî çeteyên DAIŞê biparêzin. Dibe ku çete ji girtîgeha birevin.”
Molanî: Konseya parlamento berpirsiyar e
Ji Partiya Sosyalîst Fabian Molina jî diyar kir ku li Swîsreyê îradeyeke xurt a piştevaniyê heye û diyar kir ku Konseya Federal neçar e ku li gorî, bi berpirsyariya xwe tevbigere. Molina ragihand ku berdana DAIŞiyan li ser ewlekariya Kurdan û Swîsreyê rîskeke cidî ye.
Swîstre divê Rojava biparêze
Molina anî ziman ku Rojava ji aliyê demokrasî, federalîzm û wekheviya zayendî ve modeleke girîng e û bilêv kir ku ev nirx li dijî bîrdoziya cîhadîsan e. Molina destnîşan kir ku ji ber vê yekê êriş li ser sîstema xweser a li Rojava tê kirin û wiha got: “Swîsre ku nirxên mafên mirovan û demokrasiyê diparêze, xwedî berpirsyariyeke taybet e ku li gel Rojava bisekine.”
Molina diyar kir ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hiqûqa mirovî ya navneteweyî li Rojava hatiye binpêkirine û ji bo êriş tavilê bisekinin û ji bo parastina hiqûqa navneteweyî xwest di serî de Neteweyên Yekbûyî, hêzên neteweyan bikevin nava liv û tevgerê.








