• Nûçeyên Herî Dawî
Partî û rêxistinên Kurdistanî: Em bi lez yekîtiyê ava bikin

Partî û rêxistinên Kurdistanî: Em bi lez yekîtiyê ava bikin

15 KANÛN 2024 - 09:57
Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

23 GULAN 2025 - 16:50
Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

23 GULAN 2025 - 16:14
Ayşegul Dogan: Divê Meclis bi berpirsiyara xwe rabe

Ayşegul Dogan: Divê Meclis bi berpirsiyara xwe rabe

23 GULAN 2025 - 14:45
Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê dest pê kir

Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê dest pê kir

23 GULAN 2025 - 13:51
Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

23 GULAN 2025 - 12:49
Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

23 GULAN 2025 - 11:33
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

23 GULAN 2025 - 11:07
Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

23 GULAN 2025 - 10:58
Zarok dê der barê xwe de biryarê bidin

Zarok dê der barê xwe de biryarê bidin

23 GULAN 2025 - 08:30
‘Civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e’

‘Civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e’

23 GULAN 2025 - 08:10
Parêzer Alî Şapkaci: Cihê çareseriyê parlemento ye

Parêzer Alî Şapkaci: Cihê çareseriyê parlemento ye

23 GULAN 2025 - 08:02
ROJEVA 23ê GULANA 2025an

ROJEVA 23ê GULANA 2025an

23 GULAN 2025 - 08:00
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîna 6 mehan li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîna 6 mehan li dar xist

22 GULAN 2025 - 19:10
4 herêmên Pîranê weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin

4 herêmên Pîranê weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin

22 GULAN 2025 - 18:00
‘Mafê çandî, zimanî û nasnameyî yên kurdan  mafên herî rewa ye’

‘Mafê çandî, zimanî û nasnameyî yên kurdan mafên herî rewa ye’

22 GULAN 2025 - 16:57
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

    Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

    Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

    Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

    Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

    Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

    Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

    Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

    Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

    Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

    Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

    Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

    Li Şirnexê bang kirin: Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan

    Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

    Barcelonayê ji bo Rojava û Başûr projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin

    Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

    Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

    Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

    Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

    Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

    Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

    Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

    Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partî û rêxistinên Kurdistanî: Em bi lez yekîtiyê ava bikin

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 09:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nûnerên Partî û Rêxistinên Kurdistanî ji bo çarenûsa gelê Kurd û gelên herêmê kom bûn û diyar kirin ku pêwist e berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û bi lez yekîtiya xwe ava bikin.

Nûnerên Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê bi rojeva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bruksel ê Belçîkayê kom bûn. Civîn li ser banga Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Ewropayê pêk hat. Civîn li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Brukselê pêk hat. Gelek kesayet, siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî amade bûn.
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi navê Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bû û li ser rewşa dawî ya li herêmê nêrînên xwe parve kir. Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya yekîtiya partî, rêxistin û saziyên Kurdan.

Îlham Ehmed anî ziman nku hemû hewldanên wan li ser bingehê parastina destketiyên heyî, parastina gelê xwe yê li herêmê û bi hêzkirina wan destketiyan e û wiha got: ” Lazime em tev berjewendiyên xwe yên nakevin berjewendiya qedera gelê xwe bidin aliyekî. Divê em li paşeroja gelê xwe binêrin. Ev yek ji bo me xaleke sereke ye.”

Îlham Ehmed anî ziman ku herêm bi giştî di nava guhertineke mezin de ye û wiha got: “Dem hatiye ku em bi yekîtiyê qedera gelê xwe diyar bikin. Lazime em yekîtiya navxwe ava bikin û di nava rêveberiya paşerojê de ku li Şamê were avakirin, Kurd jî xwedî roleke baş bin. Ji ber ku em jî beşeke vê pêvajoyê ne. Berbiçav e, her çend ku zext li ser Tirkiyeyê çêdibin, ew jî ewqas zoriya xwe dide ser Şamê, weke ku wan ev şoreşa pêk anî be an jî weke ku wan Sûriye ji rejîma Baas rizgar kiribe xwe nîşan didin. Heta beriya du rojên rejîma Sûriyeyê hilweşe, her roj dikirin hawar û dixwestin bi Beşar re hevdîtin bikin. Demildest xwe gihandin Şamê û dibêjin: ‘Divê Kurd di nava dewleta nû de nebe, divê bêne tinekirin’. Li pey feraseta qirkirina Kurdan e. Ji hêla me ve hewildanên me yên ji bo têkilîdanîn bi her alî re heye û em her tim ji rêya diyalogê re vekirî ne. Tevayî danûstandinên me li ser bingeha avakirina Sûriyeyek ku tevayî gel, pêkhate, kêmnetewe, bawerî û her aliyên civakî ji her rengî bi awayeke azad xwe di nav de bibînin. Heya bi niha daxuyaniyên ku têne dayîn jî, tenê li ser bingeha, ‘Kurd hevalbendên me ne, li dijî DAIŞ şer kirine’, lê ji bo piştevaniya Kurdan û rê li ber komkujiyan girtin an jî piştgirî li mafê kurdan kirin, tu biryar an jî tu hewildan nîne û ne zelale. Her wiha ji bo paşeroja gelê me yê li herêmê jî gelek hewldan û amadekariyên me jî hene. Ji bo her rewşeke ku biqewime lazime Kurd bi tevayî bi awayeke yekgirtî xwe amade bikin û xwe nedin paş. Ji ber ku niha dem dema berxwedanê û dem dema yekîtiya navxweyî ya Kurd e.”

‘Divê Kurd xwedî gotin û biryar bin’

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dîsa dubare dikin û em ji bo diyaloga bi her alî re vekirî ne. Her wiha tevayî diyalogên ku ji bo çareseriya pirgirêkan li Sûriyê li ser bingeha pejirandina rastiya gelê Kurd em amade ne ku di nava paşeroja Sûriyeyê de bi awayekî çalak hebin. Ji ber ku ji niha û pê de pir zor e ku ber bi paş de gav werin avêtin. Eger qanûnek nû jî were amadekirin, lazime bi her awayî Kurd xwedî gotin bin û armanca hatina gel hev jî ev e.”

Piştî nirxandinên berfireh, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li herêmê yan di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de, nêrîneke hevpar ew bû ku, eger di paşerojê de li ser navê Kurdan şandeyek an jî nûnertiyek biçe Şamê, lazime yekîtiya Kurdan demildest were avakirin û tevayî Kurdên li herêmê bi awayekî hevpar xwe di nava vê şandeyê de bibînin. Lazime mafê tevayî pêkhate, kêmnetewe xwe di nava paşerojê Sûriyê de bibînin.

Pişti civinê encamnameya civînê parve kirin. Encamname wiha ye:

“Li ser banga Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya Ewropa, bi amadebûna komek kesayet û nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di roja 14ê Kanûnê de li avahîya Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya li Brukselê de, civînek berfireh pêkhat. Piştî nîqaşên berfireh, ji bo parastina deskevtên gelê me li rojavaya Kurdistanê helwestek hevbeş derket holê û jibo dema pêş plansazîyek hevbeş ya kar û xebatan hate çêkirin.

Mijar û rojeva civînê pêşketin û boyerên li Surîya û rojavaya Kurdistanê bûn. Gorî rojevê, di destpêkê de nûnerên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê agahdarî dane civînê û peyre jî beşdaran yek bi yek li ser rewşa Surîya û rojavaya Kurdistanê û êrîşên li ser deverên Kurdan û parastina deskevtan, dîtinên xwe anîn ziman. Teybetî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û li hember van êrîşan helwest hatin danîn. Herweha li ser helwest û pozîsyona Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê û welatên çîran jî hate rawestan. Bi giştî di roja îro da, pêwîste li Surîya da Kurd çawa tevbigerin û Kurdên parçeyên dî û yên li derveyî welat divê çi bikin û çawa xwedî li Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîyê derkevin, helwest, nêrîn û pêşniyar derketin û bang hatin kirin.

Di civînê de ev xal derketin pêş:

1-Ji 2012an vir ve li rojavaya Kurdistanê, li bakur û rojhilata Surîyê, Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî û hemî pêkhateyên etnîkî û dînî (Misilman, Sunî, Alewî, Mesîhî, Êzidî), bi hevre xwedî li îradeya xwe derketin û rêveberîyek xweser avakirin. Di nava vê rêveberîyê de ne tinê pêkhateyên etnîkî û bawerîyan, di heman demê de jin jî bi îradeya xwe cihê xwe li hemî dem û dezgehan de digrin. Deverên di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê de, deverên herî azad, demokratîk û sekulerin. Ji ber vê sedemê jî ji destpêka Şoreşa Sûrî ve û heta niha, ev dever di bin êrîşên hêzên dagirker û hêzên Selefî de ne. Ev rastî, ev ferq û cudahî ji hemî deman zêdetir îro li ber çavaye. Ji bilî herêma di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, hemî deverên Surîyê niha ketîne destê hêzên Islamîya tundrew û çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Çi dibi bila bibi divê ev herêm bi sîstema xwe ve bête parastin.

2-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Ji destpêka Şoreşa Surîyê vir ve dewleta Tirk dijmintîya kurd û deskevtên Kurdan dike. Pêşîyê bi rêya DAIŞ û hêzên girêdayî xwe êrîş kir. Dema encam ne girt bi xwe dest bi êrîşan kir û gelek dever dagîrkir. Êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Di êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depo û bîrên petrolê, depoyên gazê, depoyên genim, kargehên ard û firin, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Piştî têkçûna rejîma Beas, dewleta Tirk hêzên girêdayî xwe ku hemî hêzên Selefî ne xistin hereketê û êrîşê Şehba û Minbicê kirin. Cih û deverên têne dagirkirin de Kurd jê têne derxistin û demografî bi temamî tête guhertin. Êrîşên wan berdewamin. Civîn êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike û bi hemî hêza xwe ve li hember van êrîşan, li milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê radiweste.

3-Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dagehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.

4-Rejîma Beas têkçûye û niha li Şam ê rêveberîyek nû tê avakirin. Niha wê hemî dem û dezgehên dewleta Surîyê ji nûve bêne avakirin û destûrek nû bête çêkirin. Kurd miletekî qedîm yê wê axê ne. Divê Kurd û hemî pêkhateyên Surî, di avakirina dewleta nû de cihê xwe bigrin û di destûrê de mafê wan bête misogerkirin. Ji ber vê yekê divê li rêveberîay nû ya Surî re hevdîtin û muzakere bêne kirin. Nabi partî û rêxistinên Kurdî parçe parçe bi serê xwe tevbigerin û tinê biçin Şamê. Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdî yên li rojavaya Kurdistanê dike ku heyetek hevbeş pêkbînin û bi rêveberîya Şamê re bi yek dengî biaxivin.

5-Parastina Rojavaya Kurdistanê, parastina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, heman demê de parastina Kurdistanê ye. Pêwîste hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî, mil bidin milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê û li hember êrîşan rawestin û deskevtên gelê me biparêzin. Civîn bang li hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî û hemî gelê Kurd û dostê Kurdan dike ku di vê demê de bê teredût Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê destek bikin û li hember êrîşan rawestin.

6-Rojavaya Kurdistanê di bin êrîşên dewleta Tirk û hêzên Selefî de ye û dixwazin Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê hilweşînin û hemî deskevtên gelên wê herêmê têkbibn. Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bête avakirin. Bakur û rojhilata Surîyê, di nava xaka Surî da devera herî azad û demokratîke. Li vê deverê bi deh hezaran girtî û bermayên DAIŞê hene. Têkçûna Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, rê li ber DAIŞ û hêzên Selefî vedike û ji hemî Cihanê re xeterîyê çêdike. Civîn, sêrîde bang li Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê, Neteweyên Yekbûyî, hemî hêzên peywendîdar û reya giştî Cihanê dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê rawestin, Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê bi parêzên û jibo avakirina Surîyeke demokratîk bibin alîkar.

7-Niha li deverên bakur û rojhilata Surîyê gelek penaberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Minbicê hene û pêwîstîya wan bi alîkarîya mirovî heye. Gelê li çar alên Kurdistanê û derveyî welat jibo wan alîkarîyê kom dikin. Herweha Rêxidtinên Humanîter yên navneteweyî jî dixwazin alîkarîyê bikin. lê derîyê Piş Xabûr û Til Koçer girtî ne. Civîn bang li rêverîya Herîma Kurdistanê û Hukumeta Êraqê dike ku van derîyan vekin û alîkarîyê bigihênin koçberan û mexdûran. Herweha civîn bang li hemî gelê Kurd, dostên Kurdan û Cihana Humanîter dike û dibêje kampanya alîkarîyê xurt bikin û baştir xwedî li koçber û mexdûran derkevin.

8-Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbazê Lubnanê û Surîye yê bûye û car caran jî derbazê Yemen, Îran û Êraqê dibe. Ev şer hingî diçi fireh dibe û ber bi şerekî Cihanî ve diçe. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyemîn navdikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêzîya nav mala Kurd, yekîtîya neteweyî gelek mihime. Civîn, bang li hemî kes, hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir di Konferanseke Neteweyî de kombibin û yekîtîyek xurt ava bikin.”

Etîket: BurukselÎlham EhmedKurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dewra fikir û pênûsê ye

Dewra fikir û pênûsê ye

22 GULAN 2025
Komxebata Yekrêziya kurdî bi dawî bû

Komxebata Yekrêziya kurdî bi dawî bû

20 GULAN 2025
Li Qamişloyê Komxebata Yekrêziya Kurdî dest pê kir

Li Qamişloyê Komxebata Yekrêziya Kurdî dest pê kir

20 GULAN 2025
Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

19 GULAN 2025
Hozan Mizgîn li ser gora wê bibîr anîn

Hozan Mizgîn li ser gora wê bibîr anîn

11 GULAN 2025
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk deklerasyona xwe aşkere kir

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk deklerasyona xwe aşkere kir

11 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (442)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne