Enqere – Cîgîrê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Alaattîn Firat anî ziman ku partiya wan dixwaze mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan nas bikin û got: “Ev mafekî mirovan e. Heke pêvajo pêşve biçe pêkane ku Abdullah Ocalan tev li siyasetê jî bibe.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pêkiriye derbasî merhaleya 2yemîn bû. Di merhaleya 2yeîn de ji bo pêvajo veguhere aştiyeke pozîtîf qanûn wê bên derxistin. Partiyên siyasî yên di Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de ne dest bi amadekariyên xwe yên raporan jî kirin. DEM Partî, MHPê, Koma Yenî Yol, EMEP, TÎP û DSPê raporên amade kiribûn pêşkeşî meclîse kirin. AKPê û CHPê jî diyar kirin ku rapora wan amadeye û di demên pêş de dê pêşkeşî meclîse bikin. Piştî hemû partiyan raporên xwe teslîmî komîsyonê kirin, komîsyon dê hemû raporan berhev bike û li gor daxwazên partiyan raporek amade bike û pêşkeşî Komîsyona Edaletê ya Meclîse bike. Komîsyona Edaletê ya Meclîse jî dê raporê binirxînê û bişînê Lîjneya Giştî ya Meclîse. Lîjneya Giştî ya Meclîse jî dê wan qanûnan bixê deng dayinê. Heke dengên herî zêde derbikevin ew dê weke qanûn bên qebûlkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 6ê Kanûnê de ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re peyam şand û xwest Aştî û Civaka Demokratîk li ser prensîbên, “Qanûna hemwelatîbûna azad, Qanûna aştî û civaka demokratîk û Qanûnên azadiyê bê pêşxistin. DEM Partî jî di rapora xwe de cih da van qanûnan û rapora xwe li gor naskirina maf û hebûna Neteweya Kurd û hemû netewên li Tirkiyeyê dijîn amade kir. Hemû partiyên siyasî jî dê helwesta xwe ya pêvajoyê di raporên amade kirine de diyar bikin. Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Alaattîn Firat ku tekildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî, helwesta partiya xwe ya li dijî pêvajoyê û qanûnên divê bên derketin kir.
‘Divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî bê nasîn’
Alaattîn Firat diyar kir ku weke Partiya Gelecekê ew dixwazin mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî pêk were û ev tişt got: “Hemû partiyên li Tirkiyeyê li gor bernameya partiya xwe raporek amade kirine û dê pêşkeşî komîsyonê bikin. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê di qanûnan de serbestî û demokratîkbûyin pêk were. Divê hemû netew bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Hinek partiyên siyasî di raporên xwe de dibêjin bila fermî nebe. MHPê di rapora xwe de cih nedaye mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê. Weke Partiya Gelecekê em dixwazin bi zimanê Kurdî perwerdehî pêk were. Hemû partî li gor bernameya xwe û fikra xwe rapor amade kirine. Ew rapor hemû dê bên komkirin û mutabakateke pêk were. Lê wisa xuya dike ku bi zimanê Kurdî mafê perwerdehiyê pêk were û serbestiyeke hê berfireh pêk were.”
‘Daxwazên Tirkiyeyê û rastiya Sûriyeyê hev nagirin’
Alaattin Firat bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got ku daxwazên Tirkiyeyê û rastiya herêmê hev nagirin. Alaattin Firat anî ziman ku li gor rastiya herêmê hemû netew û bawerî dê xwedî maf bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di mijara Sûriyê de ewlehiya xwe difikire. Dibêje gelo ewlehiya min dê bikeve xetereyê an na. Wisa xuya dike ku li wir jî gelê Kurd dê xwedî maf be. Tirkiye dixwaze Kurd tevlî pergala hikumeta Şamê bibe û Kurd li wir nebin xwedî maf. Tirkiye dixwaze Ahmet Şara bibe desthilatê herêmê û hemû Sûriyê di destê Ereban de be. Lê hêz û pêkhateyên Sûriyeyê cuda ne. Kurd hene, Durzî hene, Elewî hene. Ji bo wê jî daxwazên Tirkiyeyê û rastiya herêmê li hev nakin. Em wisa dibînin ku hemû netew û baweriyên li Sûriyê dê xwedî maf bin. Yanî belkî nabe Federal lê wisa xuya dike ku Kurd û hemû netewên Sûriyeyê dê xwedî maf bibin.”
‘Divê mafê heviyê pêk were’
Alaatîn Firat tekildarî mafê heviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi lêv kir ku mafê heviyê mafekî miroviyê û wiha pê dê çû: “Mafê heviyê yê Abdullah Ocalan jî em wisa texmîn dikin ku eger pêvajo pêş ve biçe dê pêk were. Ew mafekî mirovan e. Li gor qanûnan jî girtiyek heta heta di girtîgehê de namîne û mafê wî yê heviyê heye. Divê ew qanûn pêk were. Heke qanûn pêk werin û pêvajo pêşvê biçe em bawerdikin ew maf jî dê pêk were. Mafê heviyê ji bo pêşvêçûna pêvajoyê jî dê bandoreke erênî bike. Divê mafê heviyê pêk were. Yanî dibe ku pêşerojê de Abdullah Ocalan derkeve û siyasetê jî bike. Yanî ew dema pêvajo encam girt pêkan e. Heke aştî pêk were ji bo hemû netewên Tirkiyeyê aramî dê pêk were. Maf û hebûna Kurdan jî dê be naskirin. Perwerdehiya Kurdî mafekî me yê reva û bingehîn e. Divê mafê perwerdehiyê bi zagonan bê mîsogerkirin.”













