Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya xwe ji serhildana gelên Îranê re nîşan dan û gotin: “Ji bo bersivdana rejîmê pêwîst e gelên Îranê yekîtiya xwe ava bikin.”
Navenda Diyalog û Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê civîna partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê a ji bo piştgiriya gelên Îranê de, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo xebat û serhildana hemu pêkhateyên Îranê nîşan dide. Her wiha hat gotin ku ji bo dê karê hevbeş bikin.
Berfirehiya daxuyaniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî ye: wihaye;
“Roja 5’ê Çile 2026’ê partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civînek lidarxis. Di civînê de rewşa siyasî ya Îranê û guhertinên li Kurdistanê hatin nirxandin. Di civînê de piştgiriya xebat û serhildana seranserî ya gelan û pêkhateyên Îranê hat kirin. Biryar hat girtin ku ji bo xurtkirin û geşkirina xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê karên hevbeş û berhemdar bên kirin.
Berpirsiyariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê girîng e
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê û Berpirsê Peywendiyên Navenda Diyalog û Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî axaftina vekirinê kir. Hicrî li ser armanca civînê axivî û da zanîn ku erk û berpirsyartiyên ku di vê rewşa niha de dikevin li ser milên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hîn girantirin. Piştre civînê bi nêrîn û nirxandina beşdarvanan berdewam kir.
Êrişên rejîma Îranê hat mehkumkirin
Di civînê de pêla nerazîbûn, grev û xwepêşandanên li dijî Komara Îslamî ku berhemê bi dehan sal yê gendelî, nearamî û siyaseta li di jî gelan, hat nirxandin. Mudaxeleyên bixwîn yên li dijî xwepêşandanên ku li Kirmaşan, Îlam, Melekşah û Loristanê ku bi biryara rejeîma Îslamîst a Îranê pêk tê mehkum kirin. Her wiha sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdên xwepêşandanên dawî yên li seranserî Îranê re hat xwestin.
Piştgiriya hevgirtî ya bi yek dengek ya partiyên Kurd
Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku hewldan û şêwrên ji bo amadekirina pêşnûmeyek prensîbên hevkariya partiyên siyasî, diyarkirina nexşerêyek ji bo xurtkirina tevgera siyasî û netewî ya Kurd li Îranê bên zêdekirin. Di civînê de ji Hizba Komele Seyîd Birahîm Elîzade, Rêxistina Kurdistan û Hizba Komunîsta Îranê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komela Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Omer Îlxanîzade, Sekreterê Giştî yê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Kebî, Sekreterê Sazumaniya Xebata Kurdistana Îranê Baba Şêx Husênî, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpena, Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî û Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî amade bûn.”












