DEM Partî bi partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne re civiya û li ser pêvajoya çareseriyê, zextên hikûmetê yên li ser hêzên muxalefetê û gavên ku tifaq wê di serdema nû de bavêje nîqaş kirin.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li Enqereyê bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê yên Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) re civiya.