PENa Kurd tekildarî êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ,SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava daxuyaniyek da û bang li rewşenbîr û azadîxwazên cîhanê kir ku piştgiriya gelê Kurd bikin.
Navenda PENa Kurd derbarê êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava de daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de bangli raya giştî ya cîhanê, rewşenbîr û kesên azadîxwaz hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd di serdemekê tudrav re derbas dibe û wiha hat gotin: “Li ser xaka Kurdistanê hemû êş û azar, hemû kuştin û qirkirin, hemû sar û serma û birçîbûn di nava hemû Kurdên dinyayê de jan dide. Divê hûn vê zilm û zora li ser Kurd û Kurdistaniyan bibînin, dilê we biêşe! Kurd û Kurdistanî li ser ruyê vê dinyayê wekî her gel û netew, wekî hemû mirovahiyê dixwazin di nava aramî û aştî û wekheviyê de bijîn. Zilm û zor û qetliamên ku li ser wan tên meşandin qebûl nakin û naxwazin serî deynin, naxwazin di bin nîrê zilm û zordariyê de bijîn. Ev mafê wan e. Li erdnîgariya Kurdistanê mirovahî zaye, şîn bûye û mezin bûye. Îro li heman erdnîgarî hîmê mirovahiyê di bin darê zilm û zorê de dixwaze bê fetisandin û bê reşkirin. Tarîtiya li Kurdistanê tarîtiya li hemû dinyayê ye. Divê gelên dinyayê, hêzên dinyayî, dewletên demokrat û aştîxwaz ji vê rewşê re çavgirtî, dilhişk û bêperwa nemînin. Em rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê dixwazin ji we re bibêjin ku Kurd û Kurdistanî bi reng û dengên xwe dixwazin xwe bi mirovperweriya xwe nîşan bidin û ronakbiriya xwe tev li bîreweriya dinayê bibin. Di nava hemû gelên dinyayê de Kurd û Kurdistanî ji her gavê bêtir vê demê aferînê heq dikin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû hezên dinyayê û demokrat piştgiriya Kurdan bikin û ev daxwaz rêz kirin:
“*Divê hemû serok û rêberên Kurdan, berpirsên rêxistin û partiyên Kurdan wekî muxatabên meşrû yên hemû Kurd û Kurdistaniyan bên dîtin û li gorî wê danûstandin bi wan re bêkirin.
*Divê her berxwedan û tekoşîna her çar aliyê Kurdistanê û her deverên dinyayê wekî xweparastina meşrû bê ditin û rêz li hember bê girtin.
*Mafê Kurd û Kurdistaniyan heye ku li ser rûyê vê dinyayê bi rûmetdarî ciyekê ji xwe re vekin û tê de bi aşti û aramî û azadî bijîn. Ji vê re hurmetdar bin.
*Em wekî navenda PENa Kurd ji hemû gel û netew û hêz û dewletên dinyayê dixwazin ku bi tenê rojekê bibin Kurd û ji Kurd û Kurdistaniyan fém bikin. Em ji we vê yekê dixwazin ku hûn berxwedana Rojava, serhildana Rojhilat, aştîxwaziya Bakur û pozisyona Başûrê Kurdistanê bibînin. Hún vê yekê bizanibin ku xeteriyên li ser Kurdistanê xeteriyên li ser hemû dinyayê ne ji.
*Gelê Kurd hêza yekemîn e ku hovîtiya DAIŞê têk biriye û li hemberî paşverûtiya cîhadist paşverûtî ye. Divê model, nêrîn û pêşniyazên Kurdan ên ji bo Rojhilata Navîn li pêş çavan bên girtin.
*Aliyê herî xurt ê kakilê hem serhildana li Rojhilat hem jî berxwedana li Rojava vīna azadîxwaziya jinan e. Êrîşa herî mezin li hemberî jinan e. Divê vê rastiya jina Kurd û tekoşîna jinan wekî hezeke nûjen û azadîxwaz bê dîtin û piştgirî bê dayîn.
*Em ji rewşenbîr, nivîskar, bîrdoz, aştîxwazên dinyayê dixwazin ku vê gavê bibin vicdanê mirovahiyê û bertekên xwe li hember zilm û zora li ser Kurd û Kurdistaniyan nişan bidin.”













