• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    Roja Qudsê li Tehranê teqîn pêk hatin

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

Amed / AW

13 ADAR 2026 - 15:49
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şîna ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî li Komeleya Wêjekarên Kurd hatiye danîn di roja duyemîn de berdewam dike. Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan serdana şînê kir û diyar kir ku Ehmed Huseynî canê xwe, hunera xwe û pênûsa xwe xist xizmeta gelê xwe de.

PENa Kurd, Komaleya Wêjekarên Kurd, YEW Kurd, MED-DER, Enstituya Kurdî ya Amedê, Ma Music, Wêjegeh ji ber wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiyê Komaleya Wêjekarên Kurd duh şîn danî. Şîn îro jî berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana şînê kirin.

Di merasîmê de wêneyên helbestvan Ehmed Huseynî û pirtûkên wî yên bi navê ‘Berhemên Giştî 1-2’ ji Weşanxaneya Aramê hatine çap kirin danîn ser maseyê. Helbestên Ehmed Huseynî hatin guhdar kirin. Gelek kesan di şînê de li lênûska ku ji bo bîranîna Ehmed Huseynî hatibû danîn hestên xwe nivîsandin û nivîskaran helbestên Ehmed Huseynî xwendin.

Her wiha Hevserokên PENa Kurd Rojbîn Perîşan û Mîran Abraham, Serokê Komaleya Şêx Sêid Kasim Firat, TEV-ÇAND Ewropa, Enstituya Kurdî ya Stocholmê, Komîteya Nivîskarên PENa KURD a Beneluksê ji bo sersaxiyê peyam şandin. Peyamên ku hatin şandin ji aliyê rêvebera PENa KURD Sûltan Yarayê ve hatin xwendin.

‘Em ê xwedî hevalên xwe yên kedkar derbikevin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan ku di şînê de axivî, anî ziman ku Ehmed Huseynî jî yek ji wan bû ku serê xwe, canê xwe, hunera xwe û pênûsa xwe xist xizmeta gelê xwe de. Di sirgunê de jiyana xwe ji dest da. Tûncer Bakirhan bi lêv kir ku Ehmed Huseynî helbestvanekî Kurd ku gelê Kurd ew nas dikir bû û wiha got: “Serê we sax be, serê gelê Kurd sax be. Tenê çeka wan heye; ew jî nivîs, pênûs û helbesta wan e. Hevalê me Xwedê rehma xwe lê bike, cihê wî bihişt be. Serê malbata wî sax be. Em di rojeke pir bi êş û jan re derbas dibin. Qedera Kurdan bi rastî nahêle mirov tiştekî din bibêje. Lê em ê xwedî li hevalên xwe, xwedî li keda wan derkevin. Em ê nehêlin keda wan vala biçe. Ez bi malbata wî re jî axivîm, min sersaxî da wan. Silavên gelê me yê Amedê jî min ji wan re ragihand.”

Şîna Ehmed Huseynî dê îro saet di 17:00an de bi dawî bibe.

 

Etîket: Ehmed HuseynîEnstîtuya Kurdî ya AmedêHelbestvan Ehmed HuseynîKomaleya Wêjekarên KurdMa MusicMED-DERPENa KurdWêjegehYEW-KURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

13 ADAR 2026
KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

13 ADAR 2026
Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

12 ADAR 2026
Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

12 ADAR 2026
Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

11 ADAR 2026
Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (495)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne